Ji doza KCK'ê ya Rezan 7 kes hatin berdan
Ji doza KCK'ê ya Rezan 7 kes hatin berdan
Ji doza KCK'ê ya Rezan 7 kes hatin berdan
Ji doza KCK'ê ya Rezan a Amedê ku 39 jê girtî 95 siyasetmedarên kurd tên darizandin tenê 7 kes serbest hatin berdan. Rûniştina dozê taloqî 24'ê gulanê hat kirin.
6'emîn rûniştina 39 jê girtî 95 siyasetmedarên kurd ên ji doza KCK'ê ya Rezan a Amedê tên darizandin, ji ber ku cih li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tune bû li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştina dozê de 39 siyasetmedarên girtî û 10 siyasetmedarên serbet li gel malbat û parêzeran li salonê amade bûn.
Parêzerên siyasetmedaran Bariş Gungor, bal kişand ser berdana siyasetmedarên KCK'ê yên bi komî serbest tên berdan û wiha got: "Çima li bajarên din girtiyên siyasî yên doza "KCK"ê serbest tên berdan û çima yên Amed û Stenbolê serbest nayên berdan. Şaredarê Wanê Bekir Kaya, di girtina xwe de diyar kir ku girtina wî ne hiqûqî ye û ji ber ku ev doz siyasî ye dê îfadeyê nede. Em jî dibêjin ev doza KCK'ê siyasî ye û mirov bi komî hatin girtin û li gelek cihan bi komî tên berdan. Lê çima li Amed û stenbol girtiyên doza KCK'ê serbest nayên berdan." Piştre parêzer Servet Ozen jî bal kişand ser daxuyaniya "KCK"ê ya Paşvekişandinê û xwest ev pêvajo li ber çavan bê girtin.
Prz. Mehmet Emin Aktar jî parastin kir û wiha got: "Îro rojek dîroki ye. 21'ê Adara 2013'an rojek dîrokî bû. Îro jî KCK'ê têkildarî paşvekişandinê daxuyanî da. Ji ber vê yekê pêvajoyek bi dawî bûye û pêvajoya nû hatiye destpêkirin. Ger ku aştiyek pêk bê divê em li vir dest bi gavan bikin. Ger ku îsyana çekdarî bi dawî dibe wê demê divê aştî û siyaset pêş bikeve û divê em ji vir gavan bavêjin." Di rûniştina salonê de girtiya bi navê Ceylan Gultekin ji ber dilê xwe nexweş ket û derxistin dervê salonê."
Pişti parastina parêzeran, heyetê piştî naveberek biçûk da der barê 7 kesan de biryara serbestiyê berda. Kesên hatin berdan evin. Şahîn Sayar, Ceylan Gultekîn, Mehmet Çelîk, Mahmut Çelîk, Derya Tamrîş, Tahir Baran û Mehmet Akici." Heyetê rûniştina dozê taloqî 24' gulanê kir.