Ji doza ‘KCK’ê’ ya Misircê tu kes nehat berdan

Ji doza ‘KCK’ê’ ya Misircê tu kes nehat berdan

Ji doza “KCK’ê” ya Misircê ku di nav de nûçegihanê DÎHA’yê Abdullah Çetîn jî heyî 8 jê girtî, bigiştî 27 kes tên darezandin de careke din tu kes nehate berdan.

Li navçeya Misirc ya Sêrtê 16’ê Kanûna 2011’an de di bin navê “KCK’ê” de operasyona hatibû destpêkirin û di nav de nûçegihanê DÎHA’yê Abdullah Çetîn jî heyî 8 kes hatin girtin, her wiha doz di derbarê 27 kesan de hate vekirin. Îro doza ku 27 kes têde tên darezandin li 5’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê pêkhat. Li gel 8 kesên girtî, parêzer, Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, rêveberên BDP’a Misircê û xizmên girtiyan tevlîbûn.

Di rûniştinê de têkildarî tehliyeyan parastina parêzeran hate girtin. Dozger beriya parastinan daxwaz kir ku, girtina girtiyan berdewam bike. Parêzer Kezîban Yilmaz destnîşan kir ku, girtîbûna muwekîlê wan vegeriyaye mexdûriyetê û got: “Tenê ji ber kesek yê di dosyayê de nehatiye girtin, ne hiqûqiye ku pêvajo bê dirêj kirin. Di rewşa delîlan de guhertinekî muwekîlên me tuneye. Dema ku rewşa heyî têxin berçavan zemînekî hiqûqî tuneye ku muwekîlên min girtî bimînin. Muwekîlên min ji ber nasnama xwe ya siyasî têne darezandin.” Piştî parastina Yilmaz parêzeran careke din daxwaza tehliyekirinê dubare kir.

Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê biryara girtîmayîna hemû girtiyan da û rûniştin taloqî 25’ê îlonê kir.