Ji doza KCK’ê ya Êlihê 3 kes hatin berdan

Ji doza KCK’ê ya Êlihê 3 kes hatin berdan

Ji doza qirkirina siyasî ya 18 jê girtî 38 siyasetmedarên Kurd têne darezandin de, 3 kes hatin berdan.

Di rûniştina doza ‘KCK’ê ya Êlihê ku li 9’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê pêktê, 18 girtî û 8 kesên serbest têne darezandin bigiştî 26 kes û parêzer amade bûn.

Dozgerê Komarê di mutalaya ku amadekirî de daxwaza serbest berdana bersûc Silêman Arslan û îsa Nêrgîz kir û her wiha daxwaz kir ku, ji ber “rewşa delîlan”, “mahiyet û wesfa sûc”, “windakirina delîlan û gûmana revê” û her wiha “îfadeyên şahidê nepenî” cidî bêne girtin û girtina girtiyan berdewam bike.

Di rûniştinê de parêzerê bersûcan Erkan Şenses axivî û got, tenê heyeta dadgehê guhdarî îfadeyên şahidê nepenî bike dervey zagonê ye û ev tişt gotin: “Ji bo mijara şahidê nepenî pêbê bawer kirin pêwîste em bixin nava lêpirsîna çepûrast. Em mafê raste rast pirs pirsîna ji şahidê nepenî nikarîn bikar bînîn. Ji ber vê çendê îfadeyên şahidê nepenî di derbarê muwekîlên me de weke delîl nikarin bikar bînin. Muwekîlê min jimêryarê partiyê ye. Şaşe aîdatên ji bo partiyên tên weke faliyetên rêxistinê bê nirxandin. Delîlên di dosyayê de neşênberin.”

Piştî daxwaza tahliyeyên parêzerên din jî heyeta dadgehê biryara serbest berdana bersûcên girtî Silêman Arslan, Îsa Nêrgiz û Mekiye Ormanci da û biryar da ku girtina 15 girtiyên din berdewam bike.

Di îdîanameyê de siyasetmedarên Kurd ji Zagona Ceza ya Tirk (TCK) bi sûcdariya “endamê rêxistina terorê ne û rêvebirin”, “civîn û xwepêşandanên dervey zagonî pêkanîn” têne sûcdarkirin û 5 heya 15 salan ceza jêre tên xwestin.