Ji doza ‘KCK’ê ya Batmanê 8 kes hatin tehliyekirin
Ji doza ‘KCK’ê ya Batmanê 8 kes hatin tehliyekirin
Ji doza ‘KCK’ê ya Batmanê 8 kes hatin tehliyekirin
Ji doza ku wek Doza "KCK"’ê ya Batmanê tê zanîn û 19 jê girtî 23 kes tên darizandin, 8 kes hatin tehliyekirin.
Yekemîn rûniştina doza ku wek Doza "KCK"ê ya Batmanê tê zanîn û 19 jê girtî 23 kes tên darizandin li Dadgeha 8. a Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Di rûniştina dozê de 19 jê girtî 23 kes, parêzer û tercumanê Kurdî ku amade bûn xizmên girtiyan jî doz şopandin. Gelek girtiyên ku di nav wan de xwendekar û endamên BDP’ê jî hebûn parastina xwe bi Kurdî kirin. Girtiyan ligel ku beyanên şahidê veşartî yên li ser wan dane red kirin, sûcên der barê wan de tên îddîakirin jî qebûl nekirin.
Parêzeran xwestin ku şahidê veşartî were guhdarîkirin. Di rûniştina piştî nîvro de heyeta dozgeriyê di îddîanameya ku xwend de der barê 3 kesan de daxwaza tehliyeyê da. Piştî îddîanameya dozger navber hat dayîn.
Piştî navberê heyeta dadgehê ya biryara xwe aşkera kir, der barê Turan Bîlgîç, Dîlek Arzik, Mesut Toftîk, Efe Çetîn, Vacîp Çetînkaya, Şemsettîn Karabaş ve Turhan Sîvrîsakal de biryara tehliyeyê da. Der barê kesên din de jî bi sedema "Gumana sûcê mezin, rev û jiholêrakirina delîlan” heye biryara berdewamkirina girtina wan da.
Doz taloqî 10’ê Îlonê hat kirin.