Ji doza KCK a Mêrsînê 30 kes hatin berdan
Ji doza KCK a Mêrsînê 30 kes hatin berdan
Ji doza KCK a Mêrsînê 30 kes hatin berdan
Di 2'emîn Rûniştina doza “KCK”'ê ya Mêrsînê ku Nûçegîhanê DÎHA Ferhat Arslan jî heye 30 jê girtî 42 kesên tên darizandin de 30 kesên girtî serbest hatin berdan.
2'emîn Rûniştina doza KCK'ê ya Mêrsînê ku nûçegîhanê DÎHA Ferhat Arslan û Serokê Şaxa ÎHD'e ya Mêrsînê Alî Tanriverdi endamên meclisa BDP'e Hevserokên BDP'ê yên Mêrsînê, rêveberên YAKAY-DER, ÎŞTAR, KİBELE KURDİ-DER, Egîtîm Sen, NAR-DER, KCD jî di navde 30 kes jê girtî 42 kesên tên darizandin, li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bi dawî bû.
Di runiştina dozê de Endam û rêveberên BDP'e, nûneren KESK, DÎSK, TMMOB û malbatên girtiyan jî di navde gelek kes amade bûn. Piştî tespîta nasnameyan siyasetmedaran bi riya tercûman bi kurdî parastina xwe kirin.
Ji ber ku cih li salonê tune bû gelek kesên ku xwestin dozê bişopînin hilnegirtin hundirê salonê. Îdîanameya der barê girtiyên ku bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" tên darisanin xwendin.Girtiyên ku bi riya tercûman parastina xwe kirin diyar kirin ku ew sucên der barê xwe de qebûl nakin û hemû lîstika polîsan e.
Piştî xwendina îdîanameyê navber dan. Piştî mutaala bê xwendin parêzer li ser esasê parastinê kirin. Heyetê pişti navber da, 30 girtî serbest berdan. Doza 42 kesan dê bi darizandina serbest berdewam bike. Doz taloqi demek pêş kirin.
Kesên hatin berdan wiha ne:
Endamê Melîsa BDP'ê Huseyin Şabuk, Hevserokên BDP'a Mêrsînê Aynur Aşan û Musa Kulu, Cîgirê Hevserokên BDP'ê Mêrsînê Abdullah Sayilgan, Sekretera Jinan a Egîtîm Sena Mêrsînê Aynur Şahin, Rêvebera Egitim Sena Mêrsînê Sinan Muşlu, Endamê Egîtîm Sena Mêrsînê Mustafa Işik, Endamê Tum Bel Senê Erdal Sarıkaya, Endamê Meclîsa Şaredariyê Faik Eroglu, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Ali Tanriverdi, Hûnermendê NÇM'ê Seyhan Yildirimli û Bariş Arun, Kordînatora Navenda Jinan a ÎŞTAR'ê ya Akdenizê Gulhan Yag, Şêwirmenda Çapemeniyê ya ÎŞTAR'ê Roza Yaruk, Rêveberê BDP'a Mersinê Adîl Karabulut, Xebatkarê Şaredariya Akdenizê Alî Adsiz û Cuneyt Akkuş, Rêveberê YAKAY-DER'ê Kadri Beştaş, Endamê Meclîsa Şaredariya Toroslarê Huseyin Aral, Seroke KURDÎ-DER'a Mêrsînê Selahattin Çam, Seroka Komeleya Jinan a KİBELA'yê Hediye Bakrak, Endama BDP'ê Mehmet Bitkin, Xebatkarê şîrketa Belavkariya Firatê Egit Bakirhan, Endamê Meclîsa BDP'ê Mustafa Gul, Cîgirê Serokê BDP'a Akdenizê Sitki Aydemîr, Xebatkarê GKM'e yê Mêrsînê Mehmet Uluyer Xebatkarê Şaredariya Akdenizê Huseyin Duran û nûçegîhanê DÎHA Ferhat Arslan hatin berdan. Endama KDC'ê Nesrin Altay û rêvebera NAR-DER'e Emine Kocadag serbest hatin berdan. Girtiyên jin dê ji Girtîgeha Karataşê serbest bên berdan, girtiyên zilam jî dê ji Girtigeha Tîpa F a Kurkçulerê serbest bên berdan.