Ji doza Êlihê yek tehliye
Ji doza Êlihê yek tehliye
Ji doza Êlihê yek tehliye
Doza qirkirina siyasî ya Êlihê ku 9 jê girtî 25 siyasetmedarên kurd tên darizandin hat dîtin. Di rûniştina îro de kesek serbest hat berdan.
Piştî hilbijartinên giştî yên di 12’ê hezîrana 2011’an bi hinceta ku ‘Endamê Meclisa Bajar ê KCK’ê ne’ di der barê 25 siyasetmedarên kurd de doz hat vekirin û 9 ji wan hatin girtin. 18. rûniştina 9 jê girtî 25 siyasetmedarên kurd li 7. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Piştî îdiayên ku der barê siyasetmedaran hat xwendin parêzvanên siyasetmedaran tehliyeya mivekêlên xwe kir.
Piştî navberek kurd heyeta dadgehê biryara tehliyeya siyasetmedarê girtî Şukru Yilmaz da û berdewama girtin û darizandina siyasetmedarên din da. Heyetê rûniştina dozê taloqî 12'ê Sibata 2014’an kir.