Ji DAIŞ'ê re serbest e, ji zarokan re qedexe
Ji DAIŞ'ê re serbest e, ji zarokan re qedexe
Ji DAIŞ'ê re serbest e, ji zarokan re qedexe
Ji sînorê Kobanê-Pirsûsê çeteyên DAIŞ'ê bi hêsanî derbas dibin, lê belê zarokên Kobanê li astengiya leşkeran rast tên. Sê bira yên dê û bavên wan ne li cem in, di bin têlên li ser sînor re derbas bûn û hatin cem gelê nobeda berxwedanê digirin.
Li Kobanê ku şer lê giran e, ciwan, dê û bav li heman eniyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan didin û zarok jî ji ber ewlekariya jiyanê derbasî Pirsûsê dibin. Li sînroê Merdisimêl ê 10 km dûrî Kobanê ye, tevî astengiya leşkeran jî sê bira sînor derbas kirin û hatin Pirsûsê. Fevzî yê 8 salî, Ehmed ê 10 salî û Hesen Îbrahîm ê 12 salî, dema li astengiya leşkeran rast hatin, bi tena serê xwe ji binê têlên sînor derbas bûn û xwe gihandin Pirsûsê. Birayên mezin ê her sê birayan Navdar Îbrahîm li nav refên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dike. Çalakgerên nobedê yên li gunde Dewşênê xwedî li her sê birayan derketin.

