Ji Cizîrê 5 kes hatin girtin
Ji Cizîrê 5 kes hatin girtin
Ji Cizîrê 5 kes hatin girtin
Li Şirnex û navçeya Cizîrê, ji 14 kesên ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan, lê li ser dijderketina dozgeriyê ji nû ve hatin binçavkirin, 5 jê hatin girtin.
Li navenda Şirnex, navçeya Cizîrê û bajarokê Dêrgulê, di serdegirtinên malan ên 1'ê Tîrmehê de 14 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî li Amedê derketin pêşberî dadgehê û serbest hatin berdan. Lê belê li ser dijderketina dozgeriyê 5 kes ji nû ve hatin binçavkirin û birin Amedê. Hat hînbûn polîsan bi heman sedemê avêtine ser mal û kargehên welatiyên din jî, lê kes zevt nekirine.
Li gel xebatkarê Şaredariya Cizîrê Kerem Ûçar, Ahmet Ayan, Nezî Ayan, Cûdî Îcûz û Mehmet Okûr ji aliyê dadgeha li Amedê ve hatin girtin û li girtîgehê hatin bicihkirin. Hat ragihandin Nezîr Ayan (40) ê di heman demê de li navenda Şirnexê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û dûre ji aliyê dadgehê ve hat berdan, ji nû ve hatiye binçavkirin û ew şandine Amedê.