Ji çiyê cenaze nayên, lê ji deştê 5 cenaze rabûn!
Ji çiyê cenaze nayên, lê ji deştê 5 cenaze rabûn!
Ji çiyê cenaze nayên, lê ji deştê 5 cenaze rabûn!
Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk di çalakiya "Hikûmet gavê bavêje" de axivî û got: "Ez dixwazim bînim bîra Serokwezîr; ev 7 meh in ti kes bi çekan jiyana xwe ji dest nedane, 5 kes di xwepêşandanên demokratîk de ji aliyê leşker û polîsan ve hatin kuştin."
Rêxistina BDP'ê ya Gimgimê di çarçoveya kampanyaya BDP'ê ya bi navê "Hikûmet gavan bavêje" de li ber Kargeriya Şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk, Şaredara Gimgimê Gulşen Çelebî, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk di çalakiyê de axivî û diyar kir ku 90 salin Komara Tirkiyeyê bi komkujiyên Dêrsîm, Zîlan, Koçgirî, Agirî û Amed li hemberî kurdan qirkirin pêk aniye û bi qedexekirina ziman pêkanînên dijmirovahiyê kiriye û got: "Îro erdnîgariya Kurdistanê tarûmar e. Bi HES û bedavan re hatiye tevlî hevkirin."
Çelîk anî ziman ku kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bikin lê serokwezîr bi hişmendiya "demokrasiya pêşketî" dibêje "Perwerdehiya zimanê zikmakî çênabe" û wiha got: "Ligel vê yekê Serokwezîr polîsên Medenî û Ethem qetilkirin pîroz dike. Ev bêperwatî ye. Polîs û leşker ji bo ewlehiya welatiyan biparêzin heye. Divê polîs û leşker guleyan li welatiyan nedin. Wisa berdewam bike em vê dewletê nas nekin. Bi dewletekî wisa, hiqûqa me ya hemwelatiyê çênabe. Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn. Ji bo vê yekê gerîlayên kurdan ji meha gulanê ve vedikişin" Çelîk ev mijar xist bîra Serokwezîr Erdogan: "Ez dixwazim ji Serokwezîr re bi bîrbixim ku 7 mehin tu kes bi çekan jiyana xwe ji dest da nedane ji bîlî 4 ciwanên we li Geziyê û ciwanê li Lîceyê kuştin tunene. Were ji vê şaştiyê vegerin."