Ji ciwanên YDG-H çalakiya silavkirina pêngavê

Ji ciwanên YDG-H çalakiya silavkirina pêngavê

Bi armanca silavkirina pêngava "Mêtîngeriyê nejî û nede jiyîn" a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), ciwanan li Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê û çalakî lidar xistin.

Li navçeya Amed Yenîşehîrê bi armanca silavkirina pêngava YDG-H'ê ya bi navê "Mêtîngeriyê nejî û nede jiyîn" daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn û çalakiyek hatlidarxistin. Ciwanên li Fîskaya li hev kom bûn ber bi Taxa Ferît Koşk ve dest bi meşê kirin. Ciwanan pankarta bi nivîsa "Emê mêtîngeriyê nejîn û nedin jiyîn", "Berxwedana bi Sarayan destpê kir û bi Ronahiyan ve bilind bû, emê bi YDG-K bigihînin serketinê" meşiyan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ciwan canfedayên Apo ne", "Bê Serok jiyan nabe" qêriyan.

Ciwanan li taxa Ferît Koşkê daxuyaniyek dan çapemeniyê û dan xuyakirin ku di çarçoveya pêngava YDG-H'ê de ewê li dijî asîmîlasyon, narkotîk, fûhûş, leşkerî û ajankirinê têkoşîneke mezin bimeşînin. Ciwanan piştî daxuyaniyê Rêya Zanîngehê li çûn û hatinê girtin.

Ciwanan li hemberî maşîna zirxî ya bi tîpa dûpişk a di rê de derbas dibû bi molotof, fîşekên hewayî û bombeyên deng, çalakî pêk anîn. Piştî ku maşîna zirxî ji cihê bûyerê reviya, piştî demeke kin 4 maşînên zirxî û panzêrek ji bo dest li ciwanan werin hatin cihê bûyerê. Ciwanan bersiv dan êrişa polêsan. Di dema çalakiyê de polêsan bombeyên gazê avêt nava malan.

Polêsên ku piştî çalakiyê dor li taxê girtin, li hin malan jî lêgerîn kirin.