Ji Ciwanan li Amedê çalakî
Ji Ciwanan li Amedê çalakî
Ji Ciwanan li Amedê çalakî
Li taxa Peyas a Amedê, ciwanên YDGK Û YDG-H'yî ji bo balê bikşînin ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî destavêtinên li Çewlik û Mêrdînê, çalakî lidar xistin.
Çalakî duh êvarê saet di 21.30 de bi pêşengiya YDGK hat lidarxisitn. Ciwan ji taxa Peyasê heta Yenîyolê meşiyan û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Tenduristiya te tenduristiya me ye", "Bê Serok jiyan nabe","Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" qêriyan.
Ciwanan li kolana Yenîyolê lastîk şewitandin û bi molotof û fîşekên hewayî rê li trafîkê girtin. Çalakiya ku tê de kontrola nasnameyan hat kirin, nîv saetê dewam kir.