Ji çeteya fihûşê re 3 heta 44.5 sal ceza hate birîn
Ji çeteya fihûşê re 3 heta 44.5 sal ceza hate birîn
Ji çeteya fihûşê re 3 heta 44.5 sal ceza hate birîn
Li Amedê sala 2010’an bi îdiaya ku çeteya fihûşê avakirine, şantaj dikin, teşwîqî fihûşê dikin û sûcên weke diziyê dikin 8 jê girtî 16 bersûc dihatin darezandin, 3 heta 44.5 cezayê girtîgehê lê birîn.
Biryara derbarê 18 bersûcên ku li Amedê di dîrokên cûda de ji ber sûcên ‘ji bo sûckirinê rêxistin avakirine’, ‘rêxistina ku ji bo sûc bike hate avakirin, bûne endam’, ‘ teşwîqa fihûşê’, ‘şantaj’, ‘bizanabûna ewlekariya giştî bixe xeteriyê’ û ‘diziyê’ doz lê hatibû vekirin biryar hate aşkera kirin.
Doza ku li 3’mîn Dadgeha Cezayê Asliye pêkhat, ji bersûcan Serwet A. û Mesût O. tenê tevlîbûn.
Di rûniştinê de gotinên dawî dane bersûc Serwet A. û Mesût O. wan sûc qebûl nekirin û beraeta xwe xwestin. Piştî wê parêzerên bersûcan dane diyarkirin ku, muwekilên wan teşwîqa fihûşê nekirine û destnîşankir ku pêwîste biryar di vê derbarê de were girtin.
Heyeta dadgehê navberek kurt dane rûniştinê û di derbarê doza ku nêzî 3 sale berdewam dike, ragihand ku ji bo Nuredîn T. ku weke serokê rêxistina sûce 44.5 sal ceza lê birî. Ji bersûcên din re; Serwer A. re 26, Nazan Sultan O. 7, Serpîl A. 13 sal, Mehmet Ç. 3, Ozkan B. 4, Sînan B. 4, Munewer Z. 13 û Mehmet O. 7 sal cezayê girtîgehê birîn. Du bersûc jî hatin berdan.