Ji Caritas Internationalisê hişyariya xizanî û germahiya global

Caritas Internationalis ku ji gelek xebatên alîkariyê yên li cîhanê re pêşengiyê dike, 20. civata xwe ya giştî li Vatîkanê kom kir.

Caritas Internationalis ku ji gelek xebatên alîkariyê yên li cîhanê re pêşengiyê dike, 20. civata xwe ya giştî li Vatîkanê kom kir. Di civata giştî de ku Papa Françîs û kardînal jî beşdar bûn de, di serî de DYA hişyarî li hemû welatên dewlemend hat dayîn ku di mijara xizanî û germahiya global de bi berpirsyariyên xwe rabin.

Axaftina vekirinê ya 20. Civata Giştî ya Caritas Internationalis a duh li Vatîkanê destpê kir ji aliyê Papa Françîs ve hat kirin. Papa di civata giştî de ji 165 rêxistinên alîkariyê yên Katolîk ên ji gelemperiya cîhanê re axivî û bal kişand ser pirsgirêkên xizaniyê yê li welatan.

Papa Françîs her wiha destnîşan kir ku germahiya global bi taybetî zerarê dide xebatên çandiniyê.

Papa bal kişand ser Konferansa Avhewayê ya di meha Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê were lidarxistin û ji welatên pêşketî xwest ku ji bo peymaneke hevpar bikevin nava hewldanan. Papa anî ziman ku eger peymanek ji bo pêşîgirtina li germahiya global neyê diyarkirin, bi taybetî lîderên welatên dewlemend 'Wê ji aliyê Xwedê ve werin lêpirsîn.'

Kardînalê Hondûrasî OScar Rodrîgûez Maradîaga beriya civata giştî ya Caritas Internationalisê konferanseke çapemeniyê lidar xist û ji hemû saziyên endam xwest ku li gorî banga 'ji bo xizanan dêra xizan' tevbigerin. Maradîaga bal kişand ser têkoşîna li hemberî xizaniyê û germahiya glogal û diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî bigihêje armancên xwe yên Mîlenyûmê.

Kardînal Maradîaga bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) kir û xwest ji "Kapîtalîzma di her şert û mercî de dest ji karê bernade" berde.

Civata Giştî ya Caritas Internationalis a duh destpêkir wê heta roja Şemiyê dewam bike.