Ji bo vegera gundan li gundê hatiye valakirin daxuyanî

Ji bo vegera gundan li gundê hatiye valakirin daxuyanî

Niştecihên gundê Şax ê li qûntarên çiyayê Cûdî ku di salên 1990’an de hat valakirin, xwestin ji bo vegerin gundên xwe derfet bên çêkirin.

Endamên Botan Goç-Der ji bo balê bikişînin ser vegera gundan li gundê Şax ê li qûntarên çiyayê Cûdî daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin.

Rayedarên Goç-Der ên li Stenbol, Wan, Mersîn û Amedê  bi şêniyên gundên Şax re di çarçoveya projeya vegera gundan de piştî li gund xebatên binesazî lêkolîn kirin li pêşiya gundê vegeriyaya xirbeyekê daxuyanî dan.

Li ser navê Platformên Goç-Der Serokê Botan Goç-Der Fuat Çeter daxuyanî xwend.

Çeter got ku ji bo vegera gundan destpê bike divê bi ruhê seferbertiyê têkoşîn bê dayîn. Çeter anî ziman ku wek Botan Goç-Der li gundê Şax, Hîsar, Cevîzduzu û Anilmiş ên wek herêmên pîlot hilbijartine ji bo gund ji nû ve bên avakirin û pêşî li vegera gundan bê vekirin xebatan dimeşînin.

Piştî daxuyaniyê heyet di nav malên gund ên bûne xirbe de geriyan û paşê ji gund veqetiyan.