‘Ji bo Tirkan Çanakkale çi be ji bo Kurdan jî Kobanê ew e’

‘Ji bo Tirkan Çanakkale çi be ji bo Kurdan jî Kobanê ew e’

Heyeta Meclîsa Aştiyê ya Tirkiye, serdan û hevdîtinên xwe yên li Pirsûsê civîneke çapemeniyê aşkera kirin. Prof. Mîthat Sancar ê li ser navê heyetê axivî got, “Di tevayî hevdîtinan de tê diyarkirin ku ‘Eger Kobanê bikeve wê berpirsiyarê wê Tirkiye be û wê li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê bi dawî bibe.’ Ji bo Tirkan Çanakkale çi be ji bo Kurdan jî Kobanê ev e.”

Heyeta Meclîsa Aştiyê ya Tirkiye, ji bo têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê lêkolîn bikin li navçeya Pirsûs a Riha der barê hevdîtin û çavdêriyên xwe yên du rojan de li Salona Konferansê ya Şaredariya Pirsûs civîneke çapemeniyê li dar xistin. Heyeta ku destpêkê Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez ziyaret kir, paşê li Salona Konferansê ya Şaredariyê daxuyanî da. Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz ku axaftineke kurt kir û got ku di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar re derbasî Kobanê bûne, bi Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo û rayedarên kantonê re hevdîtin pêk anîne, paşê bi Wezîrê Kar û Civakî Faruk Çelîk, rayedarên HDP, DTK û DBP’ê û herî dawî jî bi Hevşaredara Pirsûsê Zuhal Ekmez re hevdîtin pêk anîne. Tahmaz anî ziman ku di wan hevdîtinan de peyamên girîng derketine û peyama herî girîng ev e ku heke rayedarên Tirkiye wê ji bo aştiyê gavekê biavêjin divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên li hember Rojava û DAIŞ biguherîne û revîze bike.

‘PÊDIVIYA ME BI ÇEKAN HEYE’

Piştî Tahmaz Profesor Mîthat Sancar mafê axaftinê wergirt. Sancar got ku destpêkê çûne gundê Dewşan ê hewan lê ketiye piştî lêkolînên li wir bi Wezîrê Kar û Civakî Faruk Çelîk re hevdîtin pêk anîne. Sîncar anî ziman ku paşê di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar re derbasî Kobanê bûne, li wir bi Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Kurdo axivîne. Sancar got, “Me bi Îbrahim Kurdo hevdîtin pêk anî. Me jêre got, pêwîstiya we bi çi heye got, ‘Pêdiviya me bi çekan heye’, me got wekî din. Piştî ku hinekî sekinî  got, ‘Pêdiviya me bi çekan heye, wekî din pêdiviya me bi tiştekî din tune ye. Eger çekan bidin me biryardariya me û hêza me heye.”

‘EGER KOBANÊ BIKEVE WÊ PÊVAJO BI DAWÎ BIBE’

Mîthat  Sîncar di dewama axaftina xwe de wiha got, “Bersiva ji pirsa eger Kobanê bikeve wê çi bibe pir aşkera ye. Di aliyê siyasî û însanî de wê bibe karesatek…

Herkes dibêje ku wê pêvajoya aştiyê pir neyênî bandor bibe.

‘DIVÊ DI ALIYÊ HEWAYÎ Û BEJAHÎ DE PİTGIRÎ BÊ DAYÎN’

Sancar da xuyakirin ku ji bo çete bên paşdexistin divê di aliyê leşkerî de hin tişt bên kirin û wiha axivî: “Der barê divê çi bibe de çavdêriyên me ev in. Di aliyê piştgiriya hewayî de yanî koalîsyon heta Tirkiye bi xwe dikare êrîşî çeperên DAIŞ ên li derdora Kobanê bikin.”

‘JI BO TIRKAN ÇANAKKALE ÇI BE JI BO KURDAN JÎ KOBANÊ EW E’

Sancar der barê eger Kobanê bikeve wê rê li ber çi veke de hevdîtina bi gel re kirine wiha ragihand. “Li Riha esnafek hat cem me. Gotinên wî bi rastî balkêş bûn. Ji me re got, ‘Xoce Kobanê ji bo me Çanakkale ye. Ji bo Tirkan Çanakkale çi be ji bo Kurdan jî Kobanê ew e…’ Her tişt aşkera danî holê. Lewma min xwest ez vê bêjim.”

Heyet paşê dîsa çûn gundê Dewşen ê topa hewanê lê ketibû. Li wir bi kesên di nobeta berxwedanê de sohbet kirin û paşê ji herêmê veqetiyan.”