Ji bo tenduristiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin

Ji bo tenduristiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin

Li Girkê Legê û Amûdê ji bo tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de ji hikûmeta Tirkiyeyê hat xwestin ku rê bidin bijîşkan da ku biçin Îmraliyê.

Li bajarê Rimêlan ê Girkê Legê bi dehan endamên PYD᾿ê li pêşiya navenda partiya xwe çalakiya rûniştinê pêk anîn û helwesta dewleta Tirk ku nahêle bijîşk biçin serdana  Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin. Çalakvanan pankartên "Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye, bila şandeyek bijîşkan biçe Îmraliyê" vekirin. Di dawiya çalakiyê de daxuyaniyek hate xwendin, di daxuyaniyê de helwesta dewleta Tirk ku nahêle şandeya bijîşkan biçe serdana Ocalan hate şermezarkirin û ji rêxistinên mafên mirovan hate xwestin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku bijîşk derbasî Îmraliyê bibin.

Li bajarê Amûdê jî endamên Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz bi heman armancê çalakî li dar xistin. Çalakî li ber Navenda Çand û Huner a bajêr hate lidarxisitn. Di çalakiyê de der barê rewşa Ocalan de daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de xwendekaran diyar kirin ku tenduristiya Ocalan tenduristiya wan e û ji bo azadiya Ocalan wê bi hemû hêza xwe têkoşînê dewam bikin.