Ji bo têkoşîna li dijî koça penaberan YE 2,4 mîlyar euro xist dewrê

Ji destpêka vê salê ve zêdeyî 220 hezar penaberan xwe gihandin welatên Yekîtiya Ewropayê (YE). YE ji bo têkoşîna li dijî koça penaberan, foneke alîkariya lezgîn a ji 2,4 mîlyar euroyî xist dewrê.

Ji destpêka vê salê ve zêdeyî 220 hezar penaberan xwe gihandin welatên Yekîtiya Ewropayê (YE). YE ji bo têkoşîna li dijî koça penaberan, foneke alîkariya lezgîn a ji 2,4 mîlyar euroyî xist dewrê.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê duh biryar da ku ji bo 6 salên pêş 2,4 mîlyar euro ji welatên endam re bê şandin. Tê gotin ku ev pere wê ji bo tedbîrên pêşîgirtina li zêdebûna hejmara koçberan were bikaranîn.

Ji Îtalya û Yewnanîstanê re, ku herî zêde penaber xwe li van welatan digirin, zêdeyî 1 mîlyar euro bê dayîn. Tê plankirin ku beşek ji fona nû ya komîsyonê biryar li ser da, wê ji Fransa û Brîtanyayê re were dayîn. Tê xwestin ku ev alîkarî ji bo bi hezaran penaberên li nêzî bajarê Calaîs ê Fransayê dixwazin derbasî Brîtanyayê bibin, were bikaranîn.

Di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 1.500 penaberan xwe gihandin Îtalyayê. Li gorî daxuyaniya yekîneya peravên Îtalyayê, 230 jin û zarok penaberên bi keştî û botan hewl didan xwe bigihînin welêt, li Derya Spî hatine rizgarkirin.

Li gorî bîlançoya hefteya bihurî ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve hat aşkerakirin, ji 1'ê Çileyê û vir ve hejmara penaberên di ser Derya Spî re xwe gihandin welatên Ewropayê 224 hezar derbas kiriye. 124 hezar ji penaberan hatin Yewnanîstanê, 98 hatin Îtalyayê. Tevî karesata keştiyê ya hefteya bihurî, hejmara penaberên di hefteya bihurî de jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar 300 penaber e.

Ji penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan, ji sedî 95 di dma hatina Îtalyayê de jiyana xwe ji dest dan. Di 7 mehên destpêkê yên îsal de 2 hezar 100 penaberên ji Derya Spî dihatin Ewropayê fetisîn û jiyana xwe ji dest dan.

Di nava bîlançoya dawî ya UNHCR de 700 penaberên di karesata keştiya roja Çarşemê binav bû de jiyana xwe ji dest dan, cih nagire.