Saziya alîkariya însanî ya li qada navneteweyî dixebite Oxfam da xuyakirin ku ji bo başkirina sîstema tenduristiyê û binesaziya welatên li hemberî şewba Ebola têdikoş in, pêwîstî bi 1.7 mîlar Dolarî heye.
Dîrektora Oxfam International Wînnîe Byanyîma anî ziman ku piştî şewba Ebola li welatên ketin bin bandora şewbê, koordînasyon û piştevaniyeke cidî ya civakî pêk hatiye, lê belê ji bo ev yek bibe xwedî bandor divê sîstemeke tenduristiyê ya xurt a li mirovan vekirî bê avakirin.
Byanyîma di daxuyaniya xwe ya beriya civîna îro ya Banka Cîhanê ya li ser mijara Ebola de, anî ziman ku bi perwerdekirina 1.3 mîlyon dilxwazî re ji mirovan re hatiye ragihandin ku ji bo hîjyen, xwarina rast û têkoşîna li hemberî şewbê, dikarin çi bikin. Byanyîma da xuyakrin ku belavbûna şewba rê li ber mirina zêdeyî 10 hezar mirovî vekir hatiye sekinandin û destnîşan kir ku dem hatiye sîstema tenduristiyê ya li van welatan ji nû ve bên avakirin û xurtkirin.
Li gorî Oxfam 420 mîlyon Dolar ji bo perwerdekirina zêdeyî 9 hezar doktor û 37 hezar 60 personelên tenduristiyê pêwîste. Li gel vê yekê divê heqdestên personelên tenduristiyê yên ji 297 mîlyon Dolarî bên ewlekirin.
Oxfamê diyar kir ku ev budçe ji bo di asta herî jêrîn de sîstema tenduristiyê ya li Lîberya, Sîerra Leone, Gîne û Gîneya Nû bixebite, pêwîste. Budçeya ku Oxfam ji bo sîstemeke tenduristiyê ya optîmal pêşniyar dike, 1.7 mîlyar Dolar e.