Ji bo Seyyid Osman Geylanî mewlûd
Ji bo Seyyid Osman Geylanî mewlûd
Ji bo Seyyid Osman Geylanî mewlûd
Li Geverê, ji bo Seyyid Osman Geylanî yê kesayetiya xwe ya welatparêz dihat naskirin û di meha Tebaxê de jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn.
Ji bo Seyyi Osman Geylanî yê bi kesayetiya xwe ya welatparêz dihat naskirin û di 28'ê Tebaxê de li gundê Xurekan ê ser bi navçeya Colemêrg Geverê jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn.
Li konê mewlûdê û gora Seyyid Osman Geylanî ala PKK'ê hat daliqandin.
Di mewlûdê de li gel Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Naîl Dûrmaz, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Abîdîn Enîş, Şaredarê Bajerge Hûrşît Altekîn, namzeta Şaredariya Geverê Rûken Yetîşkîn, endamên MEYADER, Meclîsa Giştî ya Bajêr û meclîsa Şaredariyê bi sedan kes amade bûn.
Li dû mewlûda li konê ber mizgefta gund, gora Geylanî hat ziyaretkirin. Di ziyareta li gor de peyama sersaxiyê ya "Komîteya Şehîdan a KCK'ê" ya ji bo malbatê, hat xwendin.
Di peyamê de hat gotin, "Birêz Seyyid Osman Geylanî ti carî serê xwe li pêş zilmê netewandiye. Li dijî her şêweyên êrîşan têkoşiyaye. Jİ bo azadiya gelê Kurd fedekariyên mezin kiriye. Seyyid Osman ê îşkence û zordarî dîtiye, ti carî ji wezîfeyên welatparêziyê venegeriyaye. Ev jî nîşaneyeke welatparêziyê ye. Seyyid Osman bi vê sekna xwe ya biryardar re tev li karwanê kedkarên şoreşê bûye. Ji lehengiyên têkoşîna 30 salan re şahidî kiriye. Ji ber vê yekê eme weke Komîteya Şehîdan a KCK'ê sersaxiyê dixwazin."