Ji bo şervanê YPG'ê Nesert Kobanê merasîm hate lidarxistin
Ji bo şervanê YPG'ê Nesert Kobanê merasîm hate lidarxistin
Ji bo şervanê YPG'ê Nesert Kobanê merasîm hate lidarxistin
Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo şervanê YPG'ê Ferzende Xelîl Milhim ê bi nasnav Nesret Kobanê ku di 12'ê Mijdarê de li Tirbespiyê jiyana xwe jidest dabû, merasîm lidar xist.
Şervanê YPG'ê Nesert Kobanê di pevçûnên 12'ê Mijdarê yên di navbera hêzên YPG'ê û çeteyan DAIŞ/El-Nusra de jiyana xwe jidest dabû. Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo Nesret Kobanê Merasîm lidar xist. Ji bo tevlîbûna merasîmê bi sedan kes li ber navenda Saziya malbatên Şehîdan a bajêr hatin cem hev. Ji vir girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên şervanê YPG'ê Nesret Kobanê vekiribûn bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan gundê Xuroxurkê ya dikeve rojavayê Kobanê ku malbatê şervanê YPG'ê Nesret Kobanê lê ye û li wir merasîm bi rêzgirtinê destpê kir.
Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Mûsa, li ser navê Malbata şervanê YPG'ê Nesert bavê wî Xelîl Ebdulezîz Melhem, li ser navê TEV-DEM'ê Ednan Ibrahîm, li ser navê Yekîtiya Star Rojîn Ibrahîm, li ser navê PYD'ê Zerdeşt Salih, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Zagros Kobanê û li ser navê Meclîsa Gel a Kobanê Ehmed Şêxo axaftin kirin. Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn û îdayên Serokê Herêma Fedral a Kurdistanê Mesûd Barzanî ku dibêje li Rojava tune ye hate şermezarkirin û ji Barzanî hate xwestin ku lêborînê ji xelkên Rojava bixwaze.
Piştî axaftinan merasîm bi diruşmeyan bi dawî bû.