Ji bo şervanê YPG’ê Çoban mewlûd

Ji bo şervanê YPG’ê Çoban mewlûd

Ji bo şervanê YPG’ê Abdullah Çoban (Zemanî Xerzan) ê li Kobanê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da li Wanê mewlûd hat dayîn.

Bi wesîleya mewlûda ji bo şervanê YPG’ê Çoban li Taxa Buzhane hat dayîn bi sedan kesên li Qada Newrozê kom bûn, bi dirûşmên, “Şehîd namirin”, Bijî Serok Apo” ber bi konê ku teziye lê tê dayîn meşiyan. Di meşê de Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer, Parlamenterê Bedlîsê yê HDP’ê Husamettîn Zenderlîoglu, rêveberên Wan û Bedlîsê yên DBP’ê, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya, Serokê Şaxa MEYA-DER a Wanê Salih Kaplan, aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl û bi sedan kes beşdar bûn.

Mewlûd piştî duayan û xwarinê bi dawî bû.