Ji bo şer rû nede, gel li ser sînor nobedê digire
Ji bo şer rû nede, gel li ser sînor nobedê digire
Ji bo şer rû nede, gel li ser sînor nobedê digire
Piştî ku hat bihîstin li zozanê Şîrît yê navçeya Şirnex Qilabanê di navbera leşker û gerîlayên HPG'ê de şer derketiye, gel herikî herêma şer.
Hat ragihandin îro danê sibê li zozanê Şîrît yê nêzî gundê Roboskî, di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên HPG'ê yên vedikişiyan de şer derketiye.
Bi bihîstina şer re, Komîsyona Şopandinê ya Şirnexê, nûnerên rêxistinên BDP'ê yên bajar û navçeyan, aktîvîstên DOKH û Dayikên Aştiyê bi sedan kes, ber bi herêma şer ve bi rê ketin. Hat ragihand ku girseya gel gihaştine nuqteya sînor a mayinkirî.
Girseya gel a ji Roboskî, ji bo careke din şer rû nede, bedena xwe kirin mertal û sînor girtin.
Nêzî 600 kesên di nav de jin jî hene, li ser sînor kamp çê kirin û agir dadan.
Girseya gel li 15 nuqteyên cûda agir dadan û ji bo şer dernekeve, wê heta sibê nobetê bigirin.
Gel dibêje heta leşker ji herêma şer vekişe, ewê çalakiya xwe dewam bike û ji herêmê dernekeve.
Hat ragihandin, ku gerîla, girseya gel û leşker, 200 metre li nêzî sînor in.