Ji bo Şaredarê hat kuştin, mewlûd hat dayîn
Ji bo Şaredarê hat kuştin, mewlûd hat dayîn
Ji bo Şaredarê hat kuştin, mewlûd hat dayîn
Ji bo Şaredarê Bajarokê Hîlal ê navçeya Şirnex Qilabanê Yakûp Kara û 4 hevalên wî yên di sala 1991'ê de hatin kuştin, li bajarê Elmanya Frankfûrtê mewlûd hat dayîn.
Malbata Kara, li Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê ya li Frankfûrtê mewlû da û gelek Kurdistanî beşdar bûn. Li ser navê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Mele Selîm mewlûd dûa xwend û bîranînê destpê kir. Ji malbata Kara Ayşe Kara nivîsek bîranînê li ser Yakûp Kara xwend. Di bîranînê de birayê Kara Gurgun Kara û kurê wî Ahmet Kara jî amade bû. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan li Frakfûrtê Kemal Bayar peyivî û destnîşan kir ku divê di her şert û mercî de xwedî li Şehîdên Kurdistanê bê derketin.
Kurê Yakûp Kara Ahmet Kara herî dawî di merasîmê peyivî û ji beşdarên tevlî mewlûdê bûne, spas kir.