'Ji bo rizgarkirina cîhanê divê em Tûvalû rizgar bikin'
Yek ji çar welatên herî biçûk ên cîhanê Tûvalû, eger guherîna avhewayê bi vî rengî dewam bike wê bi tinebûnê re bê rû hev.
Yek ji çar welatên herî biçûk ên cîhanê Tûvalû, eger guherîna avhewayê bi vî rengî dewam bike wê bi tinebûnê re bê rû hev.
Tûvalû ya li Okyanûsa Pasîfîk e, eger guherîna avhewayê bi vê lezê bidome wê di bin navê de bimîne. Yek ji çar welatên herî biçûk ên cîhanê Tûvalû, eger guherîna avhewayê bi vî rengî dewam bike wê bi tinebûnê re bê rû hev. Serokê Tûvalû Enele Sopoaga ji rojnameya Îngîlîz The Independent re axivî û diyar kir ku ev welatê giravî bi gefa bilindbûna avê re rû bi rû ye.
Tûvalû li Okyanusa Pasîfîk e û ji 9 giravên mercan ava bûye û 26 kîlometrekare ye. Tûvalû bi gefeke cidî ya guherîna avhewayê re rû bi rû ye. Eger pêşî li germbûna cîhanê neyê girtinê, tê gotin ku wê Tûvalû di nava 50 salan de di bin avê de bimîne. Serokê Tûvalû Enele Sopoaga ji rojnameya Îngîlîz The Independent re axivî û destnîşan kir ku welat li ser erdnîgariyeke 26 kîlometre çarçikê ye, ji 9 giravan pêk tê û nuqteya herî bilind a giravê jî 4 metre bilindî asta avê ye.
Sopoaga got: "Ji bo em cîhanê rizgar bikin divê em Tûvalû rizgar bikin. Ev welat di bin avê de bimîne, ev nayê wateya ku bidawîbûna guherîna avhewayê."
Sopoaga ku Serokê Tûvalû yê 11 hezar nifûsa wê heye ye, bi Yekîtiya Ewropayê bibîr dixîne ku divê rêjeya gaza berdidin atmosferê di bin 1.5 dereceyî de bê hiştin û dibêje: "Pispor diyar dikin ku du dereceya germbûna avhewaya cîhanê gelek xetere. Ev jî rîska Tûvalû di bin avê de bimîne, bi xwe re tîne."
Tûvalû ji 9 giravên mercan pêk tê û di navbera Awûstralya û Hawaiyê de ye. Welatên cîranê wê Kîrîbatî, Samoa û Fîjî ye. Mezinahiya Tûvalû 26 kîlometre çarçik e. Tûvalû piştî welatên Vatîkan, Monako û Nauru welatê herî biçûk e. Piştî Vatîkanê xwedî nifûsa herî kêm e. Her wiha endamên NY’ê ye.