Ji bo piştevaniya YPG’ê li Serêkaniyê meş tê li darxistin
Ji bo piştevaniya YPG’ê li Serêkaniyê meş tê li darxistin
Ji bo piştevaniya YPG’ê li Serêkaniyê meş tê li darxistin
Ji ber rewşa dawî û piştevaniya bi berxwedana YPG’ê re dê sibe PYD li Serêkaniyê meşekê li darxîne.
Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku, ew dê sibe li Serêkaniyê ji bo piştevaniya bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û rewşa dawî dê meşekê li darxînin.
PYD’ê da zanîn ku, “Bi zêdebûna êrîşên hovane, him ji aliyê komên çete û him ji aliyê rêjîma Baas ve li dijî gelê Kurd, her wiha berxwedana hêzên rûmeta netewî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya ku bi berxwedaneke bi hempa ji Efrin heta Dêrik nirxên civakê diparêzin.”
Di daxuyaniya dayî de diyarkir ku, “Em weke PYD’ê ji bo ku piştgiriya xwe û ya gelê rojava bidin, nîşana meşekê lidardixin. Lewra em weke PYD li bajarê Serêkaniyê rêxistinên siyasî û civakî her wiha gelê xwe vedixînin meşa ku dê roja Yekşemê 2’ê Hezîran saet di 17:30 de ji ber mala gel heta buroya PYD’ê dikin.”