Ji bo pêşîgirtina li serlêdanên penaberiyê kampanya li ser Facebookê
Li Elmanyayê ku koça herî mezin a penaberiyê ya 20 salên dawî dijî, tê payîn ku serlêdanên penaberiyê yên îsal ji texmînan gelekî zêdetir bin.
Li Elmanyayê ku koça herî mezin a penaberiyê ya 20 salên dawî dijî, tê payîn ku serlêdanên penaberiyê yên îsal ji texmînan gelekî zêdetir bin.
Li Elmanyayê ku koça herî mezin a penaberiyê ya 20 salên dawî dijî, tê payîn ku serlêdanên penaberiyê yên îsal ji texmînan gelekî zêdetir bin. Wezareta Karên Hundir da xuyakirin ku serlêdanên paneberiyê yên bi giştî 450 hezar e, dibe ku zêdetir bin. Wezaret, wê ji bo pêşîgirtina li hatinên ji welatê Balkanan, vîdeo û daxuyaniya nivîskî ya amade kiriye, li ser Facebookê bide weşandin.
Li gorî daneyên Daîreya Koç û Penaberiyê ya Federal (BAMF) di 6 mehên destpêkê yên îsal de 180 hezar serlêdanên penaberiyê hatin kirin. Bi serlêdanên hatine dubarekirin an jî piştî welatên ên Ewropayê li Elmanyayê hatine kirin re ev hejmar 200 hezarî derbas dike. Ji niha ve gihaştiye hejmara giştî ya sala 2014'an.
Li tevahiya welêt, ji bo penaberan bi têrkerî wargeh û lojman nemane. Wezîrê Karên Hundir ê Federal Thomas de Maîzîere duh penaber ziyaret kir û anî ziman ku hejmara penaberên heta dawiya vê salê tê texmînkirin bên, wê gelekî zêde be.
LI SIRBÎSTAN Û ALBANIYAYÊ KAMPANYA HEFTEYEKÊ YA LI SER FACEBOOKÊ
Li aliyê din, BAMF bi nîşanda vîdeoyeke çend roj berê amade kir re dixwaze pêşî li hatina penaran ji bo Elmanyayê bigire. Di vîdeo de malbateke ji welatên Balkan a hat dersînorkirin tê nîşandan. Dîmenê van kesan ên di dema kar û barên dersînorkirinê de tê nîşandan.
Her wiha ji bo pêşî li hatina mirovên li welatên Balkanan were girtin, wê li ser Facebookê hefteyekê kampanyayek bê meşandin. Di çarçoveya kampanya ji bo bikarhênerên Facebookê yên li Albaniya û Sirbîstanê hat amadekirin de wê peyama Midûrê Giştî yê BAMF'ê Manfred Schmîdt were weşandin.
Schmîdt di peyama xwe de diyar dike ku ji sedî 99,8 ê serledanên welatiyên ji welatên Balkanan tê redkirin û yên serlêdana wan tê redkirin bi lez û bez tên dersînorkirin. Schmîdt dide zanîn ku welatiyên ji Sirbîstan, Bosna-Hersek, Albaniya, Kosova, Makedonya û Karadagê ne pêkane mafê penaberiyê werbigirin û ji van kesan dixwaze ku 'nekevin nava bendewariyên pêk nayên'.
Peyaman ji aliyê BAMF'ê ve hatiye amadekirin wê bi qasî hefteyekê li Sirbîstan û Albanya di Facebookê bê weşandin.