Ji bo parêzeran keştî dîsa xerabe ye!

Ji bo parêzeran keştî dîsa xerabe ye!

Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, careke din bi hinceta "keştî xerabe ye" hat redkirin.

Ji parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo sibê biçin Girava Îmraliyê îro serî Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê ji dozgerê careke din bersiveke neyînî girtin. Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê, bi hinceta keştiya diçe Îmraliyê "xerabe ye" daxwaza hevdîtinê red kir.

Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha sala 2011'an û vir ve bi hincetên cûrbecûr çûyîna wan a Girava Îmraliyê tê astengkirin.