Ji bo Ortakaya gilî kirin: Bila delîl neyên tarîkirin
Ji bo Ortakaya gilî kirin: Bila delîl neyên tarîkirin
Ji bo Ortakaya gilî kirin: Bila delîl neyên tarîkirin
Ji bo Kader (Kadriye) Ortakaya ya li sînorê Pirsûs-Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, li Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê gilî hat kirin. Di daxwaznameya gilîkirinê ya li ser navê malbatê hat xwestin ku otopsî ji nû ve bê kirin, beriya delîl bên tarîkirin sûcdar bên darizandin.
Ji bo Kader (Kadriye) Ortakaya ya 6’ê Mijdarê dema bi komeke hevalên xwe re diçû Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat qetilkirin, li ser navê malbatê Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol li Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê gilî kir. Parlamenterê Riha yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Abdurrahman Dogar, Hevserokê Riha yê DBP’ê Celalettîn Erkmen, Serokê DBP’ê yê Navçeyê Îsmaîl Kaplan û endama Desteya Îcrayê ya KCD’ê Feleknas Ûca jî li gel Ozbîngol amade bûn. Di daxwaznameyê de hat xwestin beriya delîl bên tarîkirin berpirsyar bên dîtin.
DIVÊ DELÎL NEYÊN TARÎKIRIN
Piştî gilî hat kirin Ozbîngol a daxuyaniyeke kurt kir, xwest lêpirsîneke berfireh bê kirin, şahid bên guhdarkirin û berî ku delîl bên tarîkirin tavilê lêpirsîn bê vekirin. Ozbîngol diyar kir ku bûyerê raya giştî ya Tirkiyeyê pir bandor kiriye û divê demldest bûyer bê ronîkirin, fail an jî failên bûyerê bên tespîtkirin, der barê wan de doza gelemperiyê bê vekirin û bên cezakirin.