Ji bo Netzpolitik a hat xwestin bê bêdengkirin desteka cidî ya Elmanan

Desteka ji bo malpera Netzpolitik a rastî lêpirsînê hat û ji ber vê lêpirsînê Dozgerê Giştî yê Federal ji wezîfeyê hat girtin, zêde dike.

Desteka ji bo malpera Netzpolitik a rastî lêpirsînê hat û ji ber vê lêpirsînê Dozgerê Giştî yê Federal ji wezîfeyê hat girtin, zêde dike. Ji bo malper karê xwe dewam bike, heta niha 150 hezar euro alîkarî hatiye komkirin.

Der heqê Markûs Beckedahl û Andres Meîster de bi hinceta ku belgeyên veşartî yên îstîxbaratê yên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn (BfV) li ser malpera Netzpolitik.org ve weşandine di meha Tîrmehê de lêpirsîn hatibû vekirin. Lêpirsîn ji aliyê Dozgerê Giştî yê Federal Harald Range ve hatibû destpêkirin û li ser nerazîbûnan Wezîrê Edaletê Heîko Maas, dozger ji wezîfeyê girtibû.

Di nava 2 hefteyên bihurî de desteka ji bo malpera Netzpolitik zêde dibe. Ji bo vê malpera ku bû sedema destpêkirina nîqaşên li ser azadiya çapemeniyê, heta niha 150 hezar euro alîkarî hat dayîn.

Ji damezrînerên Netzpolitik Markûs Beckedahl ji NTV re peyivî û diyar kir ku di nava du hefteyan de zêdeyî alîkariya sala 2014'an hatiye kirin.

Piştî ku Wezîrê Edaletê Heîko Maas dozgerê federal Harald Range ji wezîfeyê girt, lêpirsîna der heqê Beckedahl û Andre Meîster jî hatibû sekinandin.