Ji bo Meryem a nexweşa Losemiyê li benda alikariyê ne

Ji bo Meryem a nexweşa Losemiyê li benda alikariyê ne

Bav Îbrahîm Gergen destnîşan kir ku zaroka wê ya nexweşa losemiyê 11 sal in ji ber pere nîn in nikare tedawî bibe û  li benda alîkariyê ne.  

Bav Îbrahîm Gergen ê ji bo keça xwe ya nexweşa losemî (kansera xwînê) ya li Nexweşxaneya Fakulteya Tip a Îbnî Sîna ya Enqereyê tedawî dibîne pereyên emeliyatê nikare peyda bike li benda alîkariya mirovên hestewer in. Gergen da xuyakirin ku keça wî di sala 2002’yan de bi nexweşiya losemiyê ketiyê, lê piştî salekê dema birine Nexweşxaneya Dewletê ya Karabuk pê hesiyane. Bav Gergen axaftina xwe wiha berdewam kir:  "Me di sala 2003'yan de bir Nexweşxaneya Dewletê ya Karabuk. Li wir teşhîs kirin ku nexweş e û bi lez sewqî Enqereyê kirin."

Bav Îbrahîm Gergen ku bi eslê xwe ji Amedê ye û li Enqereyê dijî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez nexweşê epîlepsiyê me. Roja ku ez dermanan bi kar neynim 3-4 caran krîzê derbas dikim. Rewşa mîn a maddî ne baş e, wek bavekî di rewşeke xerab de me. Ji bo tedawiya keça min donora pêwîst hat dîtin; lê belê ji ber ez nikarim 4 hezar 750 TL peyda bikim keça min nikare emeliyat bibe."

Bav Gergen da xuyakirin ku ji bo peydakirina pereyên emeliyetê hatiye Amedê û daxwaziya ew e ku mirovên hestewer pêre bibin alîkar.