Ji bo lêkolînkirina bûyerên Amûdê, komîteyeke pispor

Ji bo lêkolînkirina bûyerên Amûdê, komîteyeke pispor

Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmana Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser bûyerên ku li bajarê Amûdê qewimîn, civînek lidar xist. Di civînê de biryar hate girtin ku ji bo lêkolînkirina bûyeran komîteyek pispor ve bêne avakirin.

Civîn li bajarê Qamişlo li Navenda Desteya Bilind a Kurd hate lidarxistin û ji ENKS'ê Tahir Sifok, Gîvara Şêxmûs, Nesredîn Îbrahîm, Îbrahîm Biro û Nimet Dawid, ji MGRK'ê Ebdilselm Ehmed, Hekem Xelo, Îlham Ehmed, Îsa Hiso û Xetîce Îbrahîm beşdar bûn.

Di civînê de biryar hat girtin ku ji bo lêkolînkirina bûyerên li bajarê Amûdê rû dane û eşkerekirin rastiya wan, komîteyeke pispor ya lêkolînê were avakirin.

Her wiha derbarê bûyera şewitandina navendên partiyan li bajarê Qamişlo jî biryara avakirina komîteyeke lêkolînê hate girtin.

Derbarê mijara girtiyên bûyera Amûdê de ENKS'ê xwest ku hemû girtî ku hejmara wan 51 e bêne berdan, lê endamên MGRK'ê xwest ku mijara girtiyan bi Rêvebiriya Giştî ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê re were gotûbêjkirin.

Piştî civîna ku 3 seetan dom kir şandeya herdû meclisan serî li navenda Rêvebiriya Giştî ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê dan û mijara girtiyan hewaleyî wan kirin. Rêvebiriya Asayişê diyar kir ku ewê di demeke kin de hemû girtiyên bûyera Amûdê piştî lêpirsîna wan bidawî bibe berdin. Rêvebiriya asayişê diyar kir ku yên destên wan di tevlihevî û fitneya bajarê Amûdê de hebe pêwîste were cezakirin, lê yên ku ti gunehbarî li ser wan tune be wê bêne berdan.

Rêvebiriya asyişê di daxwiyaniyekê de diyar kirbû ku ewê îro 15 girtiyan serbest berdin. Berî du rojan jî 12 girtî  hatibûn berdan.