Ji bo Konferansa Ewropayê çend roj man
Ji bo Konferansa Ewropayê çend roj man
Ji bo Konferansa Ewropayê çend roj man
Li paytexta Belçîka Brukselê, dawiya vê hefteyê Konferansa Demokrasî û Aştiyê ya Gelan tê lidarxistin. Konferans weke dewama konferansên li Enqere û Amedê tê dîtin û wê nûnerên gelên Kurdistan û Tirkiyê li konferansê werin cem hev. Pêwendiyeke mezin ji konferansê re heye.
Yek ji konferansên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kir, di 29 û 30'ê Hezîranê de li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin. Nûnerên saziyên Kurd, Tirk, Ermenî, Pontûs-Rûm, Asûrî-Suryanî, Laz, Çerkez, Ereb, Roman, Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Cihû û Îslamî, wê di konferansê de pêvajoya çareserî aştiyê binirxînin.
Tê payîn di konferansa bi navê Konfeansa Demokrasî û Aştiyê ya Gelan de nêzî 300 kes amade bin. Komîteya Amadekar da xuyakirin ku wê di konferansê de avakirina pêşerojeke azad û demokratık a li Kurdistan û Tirkiyê, afirandina hekarî û yekitiya demokatîk a navbera gelên li Ewropayê dijîn werin nirxandin û amadekariyên ji bo konferansa du rojan bi dawî bûne. Komîteyê herî dawî ev bang li saziyên çapemeniyê kir:
"Di vê pêvajoya em dijîn de, ji bo avakirina pêşerojeke azad a gelên me, fisendeke girîng a aştiyê hatiye bi destxistin. Ev pêvajoya dîrokî, ji bo pêşeroja hevpar û azad a gelên me, gelekî girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku herkes dixwaze ev pêvajo veguhere demokrasiyeke mayinde.
Li ser vê bingehê, ji bo pêşveçûna pêvajoya "çareserî û aştiyê" ya ji bo pirsgirêka Kurd û Tirkiyê tê meşandin û ji bo têkûzkirina demokrasiyeke civakî, weke dewama konferansên li Enqere û Amedê, wê li Ewropayê di navbera 29-30'ê Hezîranê de "Konferansa Demokrasî û Aştiyê" bê lidarxistin.Di konferansa me e wê ji beşên cûda yên civakî û olî yên gelên Kurdistan û Tirkiyê ji 60 rêxistinan nûner û şexsiyet amade bin."
BERNAMEYA KONFERANSÊ FIREH E
Konferans wê di 29'ê Hezîranê roja Şemiyê de saet di 10'an de destpê bike û xwedî bernameyeke fireh e. Di rûniştina yekemîn a bi ser navê "Vekirin û pêşkêşiyan" de wê ev 4 pêşkêşî bên kirin: "Li ser navê bangdaran pêşkêşiya konferansê, pêşkêşiya li ser encamên konferansa Enqerê, pêşkêşkiya li ser encamên konferansa Amedê, pêşkêşiya li ser encamên 3. Civata Giştî ya Mezin a Elewiyan li Enqerê."
Di rûniştina piştî nîvro ya roja yekemîn de wê di bin sernavê "Gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn Tirkiyeke çawa dixwazin?" ev mijar werin nirxandin: "Pirsgirêk û pêşniyarên nasnameyên olî û etnîkî yên li Ewropayê dijîn, Sedema sirgunên li Ewropayê, pirgirêkên wan û projeya vegerê, Pirsgirêkên karkerên koçber ên ji ber dewleta Tirk, mêtîngeriya kedê û pêşniyar, Pirsgirêkên xweser ên jin û ciwanên koçer ên ji be dewleta Tirk û pêşniyar, Rola neyînî ya YE û welatên YE yên polîtîkaya Tirkiyê û daxwaz."
Di beşa roja Yekşemê ya konferansê de wê bi sernavê "Navgînên beşdariya li pêvajoyê ya gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn" ev mijar werin nirxandin: "Ji bo tevlêbûna pêvajoya aştî û demokrasiyê ya gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewrûpayê dijîn gotûbêj û pêşniyar, Ji bo Raya Giştî û Siyaseta Ewropayê li hemberî pêvajoya aştî û demokrasiyê hestiyar bin gotûbêjên li ser xebatên lobî û dîplomatîk û pêşniyar, Gotûbêjên li ser pêkanîna peyam û pîvanên demokratîk ên gerdûnî li Tirkiyê û peşniyar."
Di beşa piştî nîvro de bi sernavê "Rola Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn a li ser pêvajoya avakirina Aştî û Demokrasiyê" wê ev mijar bên nirxandin: "Gotûbêj û biryardariya li ser rêxistinbûyîna tekoşîna hevpar û avakirina pêşeroja demokratîk." Konferans ê bi plansazî û danezana encamê bi dawî bibe.
BANGDARÊN KONFERANSÊ:
Federasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê YEK-KOM, Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiye Elmanya TUDAY, Federasyona Asûrî-Suryaniyan a li Elmanya û Ewropa Navîn, Meclîsa Aştiyê ya Ewropa, Konfederasyona Yekitiyên Elewiyan a Ewropa, Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropa (AvEG-Kon) Komeleya Depiyan a Ewropa, Komeleya Kareriyan a Ewropa, Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropa KON-KURD, Tevgera Jinên Kurd a Demokratîk li Ewropa, Platforma Sirguniyên Ewropa, Komeleya Çerkezan, Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Komeleyên Karker ên Demokratîk (DIDF), Ermeniyên Dêrsimê, Proletarya Şoreşger (Yaşanacak Dunya) Civata Akademîsyenên Êzidî, Federasyona Komeleyên Êzidî FKÊ, Meclîsa Aştiyê ya Swêdê, Yekitiya Rojnamevanên Kurdistanê, Partiya Îslamî ya Kurdistanê PÎK, Federaysona Civata Îslamî ya Kurdistanê CÎK, Partiya Komunîst a Kurdistanê KKP, Înstîtuya Kurd (Hagen), Însiyatîfa Aştiyê ya Jinên Kurd û Tirk-Stockholm, Komeleya Parastina Çand û Zimanê Laz (LAGEBURA), Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî, Piştgirî û Azadî Ewropa ODA, Federasyona Ewropayê ya Yewnaniyên Pontûsî, Yekitiya Jinên Sosyalîst SKB û Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst, Prz. Mahmût Şakar (MAF-DAD), Derwêş Ferho (Înstîtuya Kurd li Brukselê), Dogan Ozguden (Rojnamevan), Gunay Aslan (Rojnamevan-Nivîskar), Î. Metîn Ayçîçek (Rojnamevan-Nivîskar), Încî Tûgsavûl (Rojnamevan), Mûrat Çakir (Rojnamevan-Nivîskar), Mûstafa Ayranci (Yekitiya Karkerên Tirkiyê li Holanda), Remzî Kartal (Serokê Kongra-Gel), Teslîm Tore (Siyasetmedar) Zeynel Ozen (Siyasetmedar) û Zubeyîr Aydar (Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê).