Ji bo Kobaniyan banga alîkariya lezgîn
Ji bo Kobaniyan banga alîkariya lezgîn
Ji bo Kobaniyan banga alîkariya lezgîn
Tevî ku kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojavayiyan dewam dikin jî, li Pirsûsa ku bi hezaran Kobaniyî lê bicih bûne bi sarbûna hewayê re alîkarî roj bi roj kêm dibe. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava, ji bo welatiyên ji Kobanê di zivistanê de pirsgirêka stargeh û xwarinê nejîn ket nava tevgerê û banga alîkariya lezgîn a ji "kon, doşek, sobeya ceyranê, betanî, kincên zivistanê û taştê" kir. Ji berpirsyarên depoya navendî ya alîkarî lê tê komkirin Halîl Akbaş got, "Amadekariyên me ji bo zivistanê heye, lê têrê nake" û banga alîkariyê li mirovên hestyar kir.
Ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên nêzî 200 hezar Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koç bikin, alîkariya ji bajarên Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat dewam dikn. Lê belê bi hatina zivistanê re, bi taybetî pêwîstiyên betanî, sobeya ceyranê û taştê derdikevin pêş. Alîkariyên bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava tên komkirin, ji bo bigihêjin welatiyên Kobanê, li Xeraja Şaredariya Pirsûsê tên civandin. Ji berpirsyarên depoya navendî Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yê DBP'yî Halîl Akbaş, anî ziman ku alîkariyên tên ji aliyê şaredariyên DBP, HDP'yî, rêxistinên civakî yên sivîl û mirovên hestyar ve tên kirin û piraniya van alîkariyan jî ji xwarinê pêk tê. Akbaş ragihand ku heta roja îro alîkariya barê 260 TIR, qemyon, pîqap û wesayîtan hatine û anî ziman ku di rewşa heyî de alîkarî gelekî kêm bûne û gihaştiye radeya rawestînê.
PÊWÎSTÎ BI KINCÊN JI BO ZIVISTANÊ, SOBE Û TAŞTÊ HEYE
Akbaş bal kişand ser hatina serma zivistanê û diyar kir ku bi taybetî di warê peydakirina doşek û taştê de kêmasiyên mezin hene û got, "Kincên havînê gelek in, lê niha pêwîstî bi kincên zivistanê heye. Bila alîkariya bi kêrî demsala havînê tê, neyê şandin. Alîkarî li gorî mercên zivistanê bê kirin. Bi taybetî daxwaza me ew e ku alîkariyên bên şandin, bikarhatî nebin. Divê pêwîstiyên doşek û taştê tavilê bên çareserkirin. Em li benda alîkariya mirovên hestyar in."
'AMADEKARIYÊN ME YÊN ZIVISTANÊ KÊM IN'
Akbaş da zanîn ku ew bi girseyeke mezin a koçberiyê re rû bi rûne û got, "Mercên zivistanê roj bi roj dijwar dibin. Amadekariyên me di vê der barê de hene, lê kêm in. Em hewl didin bi alîkariyên têne re bersivê bidin pêwîstiyên mirovên xwe. Lê belê alîkarî têrê nakin. Bi taybetî di destê me de kelûmelên paqijiyê, yên taştê, doşek, sungêr nemaye. Zivistan hat, lê hînê konên me kêm in. Ji aliyê alîkariyê ve, di her warî de kêmasiyên me hene."
'HEJMARA MIROVAN ZÊDE YE, HEJMARA KONAN KÊM E'
Akbaş diyar kir ku konên wan li wargehan vedane ne li gorî mercên zivistanê ne, lê dîsa jî derfetên di destê wan de ev in û got, "Kampanyayeke me heye. Bi vê yekê re em ê hewl bidin sobeyên ji elektrîkê kom bikin. Ji ber bêderfetiyê em ê naylonên me anîne, li ser konan werdin û bi vî rengî hewl bidin xwe ji sermayê biparêzin. Hejmara mirovan gelek e, lê ya konan kêm e. Wargeha ji konteynir bûya wê baştir bûya. Niha 5 wargehên ji konan hatin çêkirin û 2 wargehên din ên mezin tên avakirin. Lê belê ev wargehên ji konan kêm in, nikare bersivê bidin pêwîstiyan."
Heta roja îro alîkarî herî zêde ji bajarê Stenbolê hatiye kirin. Piştre bi dorê ji Amed, Wan, Edene, Agirî û Mersînê alîkarî tê kirin.

