Ji bo Kobanê li ber Parlamenta Ewropayê çalakiya rûniştinê

Ji bo Kobanê li ber Parlamenta Ewropayê çalakiya rûniştinê

Li ber Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê ji bo Kobanê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin.

Ji bo Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dide bi sedan kesî, li ber Parlametna Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Girseya gel a li meydana li ber avahiya Parlamentê dest bi çalakiyê kir, bi pankartan bal kişandin ser gefa komkujiyê ya çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê dixwin.

Li gel wêneyên Rêberê GelAê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PYD'ê di çalakiyê de hatin vekirin û bênavber dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" di çalakiyê de tên qîrîn.

Çalakî dewam dike...