Ji bo hilbijartinên Iraqê 31 hevpeymanî û 39 partî qeyda xwe kirin
Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê Cumane Xelayî, ragihand ku 31 hevpeymanî û 39 partiyên siyasî navên xwe ji bo hilbijartina parlamantoya Iraqê qeyda xwe kirine.
Berdevka Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê Cumane Xelayî, ragihand ku 31 hevpeymanî û 39 partiyên siyasî navên xwe ji bo hilbijartina parlamantoya Iraqê qeyda xwe kirine.
Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî, têkildarî hejmara partî û hevpeymaniyên ku navê xwe ji hilbijartina bê ya parlementoya Iraqê re qeyd kirine agahiyan parve kir.
Cumane Xelayî, da diyarkirin ku komîsyona hilbijartinê şopandina lîsta namzetan berdewam dike û wê di demek nêz de temam bibe.
Her wiha Cumane Xelayî, eşkere kir ku heta niha 31 hevpeymanî û 39 partiyên siyasî ji bo hilbijartina bê ya parlementoya Iraqê navên xwe qeyd kirine.
Cumane Xelayî, da xuyakirin ku wê roja 9’ê Tebaxê di merasîmekê de hejmara namzet û lîstên hilbijartinê bê diyarkirin.
Tê plankirin ku di 11’ê Mijdara 2025’an de hilbijartinên parlementoya Iraqê pêk were.