Ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan hate kirin

Ji bo hevdîtina Ocalan serlêdan hate kirin

 Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdana parêzeran a roja Duşemê bi hinceta "Muxalefeta hewayî" hatibû redkirin. Eger serlêdan were qebûlkirin, parêzer wê sibê biçin Îmraliyê. 

Serlêdanên parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve bi hincetên 'Keştî xerabeye', 'muxalefeta hewayî' û 'Ewraqên keştiyê kêmin' tên astengkirin.