Ji bo Helebê banga lêkolîna navnetewî
Ji bo Helebê banga lêkolîna navnetewî
Ji bo Helebê banga lêkolîna navnetewî
Meclisa Tenduristiyê ya Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navnetewî û saziyên mirovî kir ku komîteyên taybet ên lêkolîna madeyên kîmyewî ava bikin û li ser madeyên duh di êrîşên Şêxmeqsud de hatine bikaranîn lêkolînê bikin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî diyar kir ku ew ê komîteya navnetewî ya lêpirsînê biparêzin.
Meclisa Tenduristiyê ya Efrînê û bijişkên nexweşxaneya Aferîn bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku di êrîşên duh de yên li taxa Şêxmeqsud de madeyên kîmyewî hatine bikaranîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser 7 birîndarên hatine nexweşxaneyê ev şop hatine dîtin û wiha hate gotin: “Piştî muayeneya destpêkê diyarbû ku kef bi ser devên wan dikeve, bêhna wan tê girtin, reşika çavên wan teng dibû, xirxir ji zengelora wan dihat, di çavan de hesasî çêbibû, dilerizîn û hinek ji wan di ser hişê xwe de çûbûn.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber madeya kîmyewî 5 kesên bi hewara welatiyan çûbûn û di nava wan de xebatkarên nexweşxaneyê jî hebûn, bi jahrê ketine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nehatiye zanîna ka ev madeyê hatiye bikaranîn çiye, lê ji rewşa birîndaran xuya dike ku di êrîşê de kîmyewî ye. Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navnetewî û saziyên mirovî kir ku komîteyên taybet ên lêkolîna madeyên kîmyewî ava bikin û li ser madeyên duh di êrîşên Şêxmeqsud de hatine bikaranîn lêkolînê bikin.