Ji bo Gurgun Kûrt mewlûd

Ji bo Gurgun Kûrt mewlûd

Ji bo girtiyê siyasî Gurgun Kûrt ê di Girtîgeha Xelatê de ji ber xwîn rijiya ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn.

Mewlûd li gundê Beşparmak ê navçeya Wan Mûradiye hat dayîn. Di mewlûda bi pêşengiya TUYAD-DER şaxê Wanê de, li gel Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar, Endamên Meclîsa Jinan a BDP'ê, rêvberên MEYA-DER, TUYAD-DER, Şaredarê Mûradiye Îzzet Çelîk, rêveberên BDP'ê yên navçeyên Erdîş, Mûradiye û Bazîdaxa, bi sedan welatî amade bûn. Piştî xwendina mewlûdê, ji bo bîranîna têkoşerên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin. Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer li vir axaftineke kurt kir û got, "Wan li zîndanan li ber xwe dan û gotin mûxatab Ocalan e. Gotin 'Serokê me ew e' Eger em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin, emê ji pêvajoyê re bibin bersiv."

Uçer bibîr xist, ku li girtîgehan nêzî 500 girtî li ber sînorê mirinê ne û got, "Hînê di vê rewşê de jî li zîndanan li ber xwe didin. Hînê Şaredarên me, siyasetmedarên me dîl hatine girtin. Bila herkes vê baş bizanibe, ev gel, emê keda wan têkoşîna wan ji bîr nekin û lê xwedî derkevin."

Mewlûd, li dû axaftinan bi dayîna xwarinê bi dawî bû.