Ji bo girtiyê nexweş Selîm Yildirim kampanyaya îmzeyan

Ji bo girtiyê nexweş Selîm Yildirim kampanyaya îmzeyan

Ji bo wekîlê şaredarê Kanîreşê  Selîm Yildirim ê di Îlona 2012’an de di çarçoveya operasyonên li hemberî  KCK’ê de hat girtin, were berdan kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin.

Di kampanyaya ku di sîteya “İmza.la” de tê birêvebirin de tê xwestin ku girtiyê nexweş Selîm Yildirim were berdan. Yildirim jî di nav de 9 kesên ji Doza KCK’ê ya Kanîreşê tên dadgehkirin wê 27’ê Hezîranê li Dadgeha Ceza a Giran a 9. derkevin pêşberî dadger.

Malbata Yildirim di rojên borî de serî li Komeleya Mafê Mirovan dabû û destnîşan kiribûn ku bi Yildirim re nexweşiya dil, şekir, tansiyon,  kolestrol heye. Hevsera Selîm Yildirim  Vecîde Yıldırım,  xwest rayedar jî vê rewşê re bêdeng nemînin.

Vecîde Yildirim, di serlêdana Komeleya Mafê Mîrovan de da  xuyakirin ku hevserê wê di salên 1990’an de gelek caran hatiye binçavkirin û ji ber êşkenceyan ev nexweşî pêre derketine. Vecîde Yildirim axaftina xwe wiha domand: “Girtina hevserê min tenê  ji ber ku di hilbijartinan de  BDP’ê Şaredariya Kanîreşê bi dest xist. Qeymeqam û rayedaran ev rewş hezm nekirin.”