Ji bo gerîlayê PKK'ê mewlûd
Ji bo gerîlayê PKK'ê mewlûd
Ji bo gerîlayê PKK'ê mewlûd
Li navçeya Bismila Amedê ji bo endamê PKK'ê Muzaffer Taş (Orhan Mardin) mewlûd hat dayîn.
Nasnameya 10 gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda û li cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn çend roj berê hat diyarkirin. Piştî nasnameyên 10 gerîlayên PKK'ê aşkere bû, malbata gerîlayê PKK'ê Muzaffer Taş (Orhan Mardin)
li taxa Sanayi ya Bismilê li mala Şînê ya Medine ji bo 3 rojan mala sersaxiyê vekirin. Malbatê ji bo Musaffer Taş mewlûd da. Di mewlûdê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Taş vekirin. Di mewlûdê de rêveberên BDP'ê Şaredara Bismilê Cemile Eminoglu, Rêveberên BDP'ê nûnerên MEYADER'ê, Înisiyatifa Dayikên Aştiyê û bi sedan kesên din amade bûn. Dayika gerîlayê PKK'ê Taş Feyziye Taş, ji hemû gelê kurd re sersaxî xwest. Taş diyar kir ku dilê wê şewitiye ew naxaze dil û kezeba kesên din bişewite û wiha got: "
Muzaffer Taş di 1'ê Gulana 1998'an de li Çewlikê li gel 9 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû û rojên borî nasnameya wî diyar bû.