Ji bo gerîlayê PKK'ê Alkan konê serxweşiyê hat vedan
Ji bo gerîlayê PKK'ê Alkan konê serxweşiyê hat vedan
Ji bo gerîlayê PKK'ê Alkan konê serxweşiyê hat vedan
Ji bo gerîlayê PKK'ê Nûrettîn Alkan (Cotkar) ê di sala 1994'an de di şerekî li bejahiya navçeya Çewlik Hênê jiyana xwe ji dest da, konê serxweşiyê hat vedan.
Malbata gerîlayê PKK'ê Nûrettîn Alkan (Cotkar) ê di sala 1994'an de di şerekî li bejahiya navçeya Çewlik Hênê jiyana xwe ji dest da li Mala Serxweşiyê ya Dîcleyê, sersaxiyê qebûl dike.
Li gel malbata Alkan, endamên Hewldana 78'an a Amedê û MEYA-DER'ê di serxweşiyê de amade ne. Balkêş bû li Mala Serxweşiyê li gel wêneyê Alkan sêniyeke hinê hat danîn.
Li dû dûayên hatin kirin, ji beşdaran re xwarin hat dayîn. serxweşî wê heta sibê êvarê dewam bike.