Ji bo gerîlayê HPG'ê Kanmaz mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Kanmaz mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Kanmaz mewlûd hate dayîn
Ji bo gerîlayê HPG'ê Înan Kanmazê ku di encama pêvçûna di 9'ê mijdara 2011'an de li Agirî yê jiyana xwe ji dest dayî de li navçeya Golê ya Erdexanê mewlûd hate dan.
Ji bo gerîlayê a HPG'ê Înan Kanmazê(Baran Serhat) ku di encama pêvçûna di 9'ê mijdara 2011'an a li Agirî de jiyana xwe ji dest dayî de li gundê Hecî Elî yê girêdayê navçeya Gole ya Erdexanê mewlûd hate dayîn. Gelek hemwelatî û endamê PM'ê ya BDP'ê Alper Bûdak, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Qersê Şengul Mehmetoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê ya navçeya navendî Bûrhan Erkmen, Nûnerê MEYA-DER'ê Mustafa Yardimciel beşdar bûn. Di konê ji bo mewlûdê hatî dayîn de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayê HPG’ê Kanmaz hatin vekirin. Mewlûd bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di mewlûdê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Navendî ya Qersê Bûrhan Erkmen, axivî û wiha got: “Wana ji bo rûmeta gelekî ku erdnigarî, ziman û hebûna wan tê înkarkirin rizgar bikin canê xwe feda kirin. Hevalê me Baran Serhat lawê hemû dayikên kurd e. Em dê xwedî li vê mîrateya wan derkevin û berdewam bikin. Careke din ez bejna xwe li ber bîranîna şehîdên Kurdistanê ditewîn im û ez dibêjim tê bîranîna wan riya me ronî bike."
Piştî axaftinan xwarin hate belavkirin. Piştre hemwelatiyan alên PKK'ê û HPG'ê rakirin û bi diruşmeya "PKK gel e gel li vir e", "Şehît namirin" avêtin û bi gora Kanmaz ve meşiyan.