Ji bo gerîlayê HPG'ê Başçi mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Başçi mewlûd hat dayîn

MEYADER'ê ji bo gerîlayê HPG'ê Yusuf Başçî (Huseyîn Munzur) li gund mewlûd da.

MEYADER'ê ji bo gerîlayê HPG'ê Yusuf Başçî (Huseyîn Munzur) ê ku di sala 2012'an de li navçeya Dihê ya Sêrtê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da li gundê Zinnare yê Mêrdînê mewlîd da. MEYADER, KCD, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Navçeya Navendî Veysî Parilti, rêveberên BDP'ê yên Dêrîk, Şemrex, Stewr, Qoser, Mahsert û Midiyadê, Endamê Meclîsa BDP'ê Alî Urkut, Dayîkên Aştiyê û bi sedan welatî tevlî mewlîdê bûn. Girseya li qada gund hate cem hev ber bi goristana gund ve meşiya. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayê HPG'ê Başçî hatin hilgirtin. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vir e" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYADER'ê Mêrdînê Ramazan Kalkan axivî û wiha got: "Van ciwanan bedenên xwe ji guleyan re kirin sîper û ji bo gelê kurd bedal dan. Em hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin."
 

Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz jî wiha got: "Hemû şehîdên me di dilê gelê kurd de ne. Bila ew rihet rabikevin. Em dê her tim di riya wan de bimeşin. Wan ji bo azadiya gelê kurd bedenê xwe sîper kirin. Em dê heta dawiyê têkoşîna wan ji me re hişt bimeşînin."

Piştî axaftina girse ji goristanê veqetiya û tevlî mewlûda ji bo gerîlayê HPG'ê Başçî hate dayîn bûn.