Ji bo gerîla Muslum Kaya li Îzmîrê mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîla Muslum Kaya li Îzmîrê mewlûd hat dayîn

Gerîlayê HPG'ê MuslumKaya yê di şerekî sala 1999'an de jiyana xwe ji dest da, li Îzmîrê hat bîranîn.

Malbata Kaya ku nû pê hesiya zarokê wan jiyana xwe ji dest daye, bi Komeleya Xizmên xwe Wenda kiriye (YAKDER) re konê serxweşiyê vekir.

Mewlûda li Parqa Agora bi beşdariya sedan kesî pêk hat. Ciwan jî bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê ji taxa Ballikûyû heta cihê konê serxweşiyê meşiyan.

Endamê YAK-DER'ê Kerem Ay li mewlûdê peyivî û bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got, "Ji bo ev pêvajo bimeşe, divê kes jiyana xwe ji dest nede. AKP divê tavilê berpirsyariyên xwe bicih bîne, pergala cerdevaniyê rake û dest ji çêkirina qereqolan berde."

Dayika Muslum Kaya Hatûn Kaya jî got, "Muslum kurekî bi rûmet ê gelê Kurd be. Bila êdî aştî were, kes nemire. Bila serê Serok Apo sax be."

Dûre nameya birayê Muslum Kaya Îbrahîm Halîl Kaya yê li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin, hat xwendin. Kaya di nameya xwe de got, "Ez hestên di dilê xwe de nikarim bînim ziman, beriya niha bi demekê min bihîst ku rêhevalê min û birayê min Muslum şehîd ketiye. Dayika min a delal, herî zêde êşa dilan niha tu dizane. Hêviya min ji te neke ax wax û li çongê xwe nexe. Birayê min beşdarekî govenda azadiyê bû."

Mewlûd, bi dûa û xwarinê bi dawî bû.