Ji bo gêrîla Akan û Koklu mewlûd hate dayîn
Ji bo gêrîla Akan û Koklu mewlûd hate dayîn
Ji bo gêrîla Akan û Koklu mewlûd hate dayîn
Ji bo ciwanên bi navê Mîthad Koklu û Necdet Akan ên di sala 1999’an de ji bo tevlî Tevgera Azadiya Kurdistan bibin ji Stenbolê derketin rê û li Şirnexê bi 11 hevalên xwe re ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin li Wanê di konê şînê de mewlûd hate dayîn.
Li Taxa Xaçortê ya Wanê ji bo Mîthad Koklu û Necdet Akan ên di sala 1999'an de ji bo tevlî Tevgera Azadiya Kurdistan bibin ji Stenbolê derketin rê û li Şirnexê bi 11 hevalên xwe re ji aliyê leşkerên Tirk ve bi awayekî sivîl hatin qetilkirin mewlûd hat dayîn.
Di konê şînê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Akan û Koklu hatin daliqandin. Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Wanê Fîgen Yaşar û Musa Îtah, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, TUYAD-DER û gelek welatî tevlî mewlûdê bûn.
EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BİDOMÎNİN
Piştî ku ji bo cangoriyên Kurdistan rêz hat girtin, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah axivî û sersaxî ji bo malbatên Koklu û Akan xwest û wiha got: "Ji bo yekîtiya gelê Kurd canê xwe feda kirin. Bi salan e gelê Kurd berdêlên mezin da û dide. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Şehîdên me şeref û rûmeta me ne. Em ê xwedî li şeref û rûmeta xwe derkevin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Birêz Ocalan berdewam bikin.”
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar jî wiha got: "Bi pêvajoya Birêz Ocalan daye destpêkirin re qedera gelê Kurd guherî."
Piştî axaftinan mewlûd hate xwendin.