Ji bo Efrîn û Kobanê banga alîkariya lezgîn

Ji bo Efrîn û Kobanê banga alîkariya lezgîn

KON-KURD'ê bang kir ku kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê tên meşandin, bi taybetî ji bo Efrîn û Kobanê, werin xurtkirin. KON-KURD'ê bang li Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê kir ku bi giyana seferberiyê tevbigerin.

Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewrûpayê (KON-KURD) bang kir ku kampanyayên ji bo alîkariya bi Rojavayê Kurdistanê re tên meşandin, bi giranî ji bo Efrîn û Kobanê werin xurtkirin.

KON-KURD'ê der heqê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand hat bibîr xistin ku ji ber êrişa çeteyan a li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsût ên Helebê, ku piraniya şêniyên wê Kurd in, bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

KON-KURD'ê diyar kir ku bi sedhezaran Kurd neçarî koçberiyê hatine hiştin û destnîşan kir, ku bajarên Efrîn û Kobanê bajarên sereke yên ji koçberiyê para xwe girtine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku nifûsa herdu bajaran milyonek derbas kirine û hat destnîşan kir, ku li gel şer û girtina deriyê sînor, bi koçberiyeke zêde rewşa jiyana li van bajaran gelekî giran û zehmet bûye.

KON-KURD'ê ragihand, ku li bajarê Efrînê yê di dema dawî de bûye hedefa êrişên çeteyan, bi awayekî cidî pirsgirêkên xwarin, vexwarin, kinc û tenduristiyê rû dane.

"JI BER ÊRIŞ Û KOÇBERIYÊ, TRAJEDIYA MIROVAHIYÊ RÛ DA"

KON-KURD'ê da xuyakirin ku hêzên deskevtiyên Kurdan ên li Rojava nikarin qebûl bikin, ji bo van deskevtiyan ji holê rakirin hewl didin şer li bajarên Kurdan belav bikin û ev xal destnîşan kir: "Hêzên herêmî, bi xerakirina aramiya li Rojava û afirandina rewşeke şer dixwazin, bandora van deskevtiyan li Bakur û parçeyên din ên Kurdistanê neke. Bi taybetî, armanca êrişên li Efrîn û Helebê ev e. Ji ber vê yekê, Kurd di roja îro de hem li êrişa çeteyan hem jî li êrişa Esad rast tên. Dîsa ji aliyekî din ve jî deriyên sînor tên girtin û dixwazin gelê Kurd bi birçîbûnê bêdeng bikin."

KON-KURD'ê diyar kir, ku li gel hemû êriş û zehmetiyan jî, gel ji bo parastina deskevtiyên xwe berxwedaneke destanî nîşan dide û silav li berxwedana Rojava kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Deskevtiyên li Rojava, deskevtiyên hevpar ên gelê Kurd e. Bi alîkarîdayîna Rojava re emê nîşan bidin ku her tim li cem gelê xwe yê li Rojava ne."

KON-KURD'ê anî ziman ku di serê mexdûrên şerên li Efrîn, Heleb û Kobanê de , jin û zarok cih digirin û destnîşan kir, ku ev rewş bi tena serê xwe lezgîniya alîkariyê nîşan dide. Kî ji xwe re dibêje Kurd im, divê ji xwarin-vexwarina xwe kêm bike û piştgiriyê bide kampanya însanî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê."

BANGA JI BO HUKÛMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

KON-KURD'ê her weha bang li Hukûmeta Başûrê Kurdistanê jî kir ku tavilê deriyên sînor veke û di heman demê de xwedî li deskevtiyên Rojava derkeve.