Ji bo bîranîna koçberên li Derya Spî mirin li ber PE çalakiya protesto
Li ber avahiya Parlamenta Ewropayê (PE), ji bo bîranîna koçber û penaberên ketin nava lepên bazirganên mirovan û li Derya Spî fetisîn, çalakiya protestoyî hat lidarxistin.
Li ber avahiya Parlamenta Ewropayê (PE), ji bo bîranîna koçber û penaberên ketin nava lepên bazirganên mirovan û li Derya Spî fetisîn, çalakiya protestoyî hat lidarxistin.
Li ber avahiya Parlamenta Ewropayê (PE), ji bo bîranîna koçber û penaberên ketin nava lepên bazirganên mirovan û li Derya Spî fetisîn, çalakiya protestoyî hat lidarxistin.
Di çalakiya bi pêşengiya Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên li Strasboûrgê hat lidarxistin de gelek parlamenterên partiyên çep û keskiyan amade bûm.
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku li şûna nêzîkatiya însanî û polîtîkaya piştevaniyê ya li koçber û penaberan, polîtîkayên ewlekarîparêz û egoîst ên Yekîtiya Ewropayê (YE) cihê şermê ne û tên wateya hevkpariya komkujiyan.
Çalakgeran bandroleke dirêj a li ser nasnameya mirovên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane nivîsandî, li pêş avahiya PE raxistin. Di lîsteyê de tevî bi dehan Kurdistaniyan navê welatiyên Afganîstan û Çînê jî hebûn.
Di axaftinên li çalakiyê de rexne hat kirin ku civîna bilind a Brukselê ku welatên endam ên YE lê tên temsîlkirin û hemû welatên yekîtiyê, di serî de yên ji Sûriyeyê reviyane naxwazin barê 4 mîlyon koçber û penaberan parve bikin û hat destnîşankirin, ku ev yek helwesteke însanî nîne.
Hat ragihandin ku di nava 20 salên dawî de her sal bi qasî hezar penaber li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane, di sala 2014'an de ev hejmar bûye 3700, di nava 4 mehên destpêkê yên îsal de ev hejmar gihîştiye 2000 kesî û eger bi vî rengî dewam bike wê ev hejmar qat bi qat zêde bibe û trajediya penaberan û koçberiyê ya herî mezin a cîhanê xwe nîşan bide.
Di axaftinan de şer, zext û xizaniya li Rojhilata Navîn û Afrîkayê hat bibîrkirin û hat gotin ku ji aqûbeta dramatîk a bi hezaran mirovên li Derya Spî ketin nava lepên mirinê Ewropî berpirsyar in. Bang li YE, Neteweyên Yekbûyî, sazî û dewletên navneteweyî hat kirin, ku ji bo pêşî li vê rêçevûna ne însanî û travmatîk were girtin, bigihêjin mutebeqeteke hevpar.
Her wiha, ji bo hemû dewletên aliyê peymana Penaberan a 1951 Cenevreyê ne li gorî peymanê tevbigerin bang li UNHCR û saziyên Yekîtiya Ewropayê hat kirin ku bikevin nava tevgerê. Tê payîn ku Parlamenta Ewropayê îro piştî nîvro vê mijarê binirxîne û banga rabûna bi berpirsyariya xwe li Konseya Ewropa û dewletên endam bike.