Ji bo bicihanîna biryarên Konferansa Amedê, Desteya Rêveber hat avakirin

Ji bo bicihanîna biryarên Konferansa Amedê, Desteya Rêveber hat avakirin

KCD, ji bo biryarên Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê bicih bîne, Desteya Rêveber a ji 11 kesan ava kir.

Piştî Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê a di navbera 15-16'ê Hezîranê de li ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê pêk hat, KCD'ê li avahiya xwe der barê biryaran de civina çapemeniyê pêk anî. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, Serokê Giştî yê DDKD'ê Îmam Taşçier, Li ser navê Înîsiyatifa Azadiyê Adem Ozcaner, Serokê Giştî yê OSP'ê Aziz Mahmut Ak û KADEP'ê Ciwanroj Ceyhan tev li civîna çapemeniyê bûn. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku her diçe di navbera gelê Kurd, partî û rêxistinên kurdan de yekîtiyek ava dibe û wiha got: "Daxwazên gelê Kurd êdî ji aliyê hemû hevparên Kurdistanê ve tê ziman. 

"VÎNA KONFERANSÊ VÎNA GELÊ KURD E"

Turk destnîşan kir ku heta partî, rêxistin û saziyên Kurdan ji bo pêşeroja Kurdan xebatek hevpar û xetek hevpar pêş nexin şensa wan a serketinê pir kêm e û got: "Wekî Birêz Ocalan jî gotiye Gelê me daxwazên wan ên hevpar çine. Rol û peywira gelê me di vê pêvajoyê de gelek girîng e. Li gorî vê yekê, divê em jî bi hev re tevbigerin. Ji bo em bi gelê xwe re pêşerojek hevpar ava bikin û pêş bixin me ev konferans pêk anî. Me di encama konferansê de hevpariyek ava kir û di encamnameyê de me bi raya giştî re parve kir. Ji bo ku em biryarên konferansê bicih bînin me vînek hevpar danî holê. Îro ji bo em van biryaran têxin mireyetê em li vir kom bûne. Me Desteya Rêveber a ji 11 kesan pêt tê ava kir. Em dîsa dê li vir an avakirina komîteyekê, an meclisekê an jî komîsyoneke çawa bê avakirin niqaş bikin. Ev nûnertî û desteya bê avakirin dê hem bi dewletê re, hem dê bi partiyên siyasî re û hem jî dê bi têkiliyên navneteweyî re bikeve nava danûstendinê û diyalogê pêş bixe. Dê di heman demê de wekî vîna konferansê ya gelê kurd bê nirxandin. Dê di her alî de nûnertiya gelê kurd bike. Em vîna konferansa Kurdistanê wekî vîna gelê kurd binirxînin." 

Turk, diyar kir ku 2 partiyên siyasî tevlî konferansê nebûn û komîsyona hat avakirin dê bi derdorên tevlî nebûn re diyalogê pêk bîne û wiha got: "Daxwaza me ew e ku di vê pêvajoyê de ti kes derveyî pêvajoyê nemîne. Ji bo hevpartiya têkoşîna Kurdan emê bi herkesî re diyalogê pêk bînin. Dema dibêjin konferansa Kurdistanî tenê em xwedî mantiqekî hîtabê Kurdan dike nîn in. Em gelên din ên li Kurdistanê jî dijîn xwediyê vê axê dibînin. Bi hezaran sal in em bi Ermenî, Suryanî, Ereb, Mehelmî û komên din re dijîn û ev hemû hevbeşên vê konferansê ne. Ya girîng ji me re azadî pêk anîn e. Li ser bingeha siyaseta demokratîk, bi hêz bikin û xebatekî wisa bê meşandin e." 

Turk, anî ziman ku desteya rêveber a ji 11 kesan pêk tê hate avakirin û biryara yekîtiya bihêz ya ji KCD, BDP, DOKH, DDKD, OSP, KADEP, Yekîtiya Êzidiyan, Platforma Vegera Cewherî, Yekîtiya Elewiyan, Tevgera Îslamî, MEYA-DER, TUHAD-DER, Nûbihar, nûnerên rêxistinên sivîl û wekîlan pêk tê pêk bê girtin û dê komîte di demek nêz de dest bi xebatên xwe bike.

Turk da zanîn ku ew dê bingeha têkoşîna hevpar ava bikin û wiha axivî: "Emê daxwazên kurdan bi hev re bînin ziman û bibin qadan. Êdî dem dema azadiyê ye. Dema gel azad bibe ye. Emê bi hev re ji bo pêşeroja gelê xwe û azadiya gelê xwe têkoşînê bikin. Emê li vir bingeha têkoşîna hevpar ava bikin û daxwazên gelê xwe bînin rojevê. Di vê pêvajoyê de hewcehiya me bi hemû kes û partiyan heye. Hemû partî û saziyên me bi mantiqa vê hewildanê esas digirin dê nêzîk bibin. Biryarên ew digirin dê ji bo me hemûyan derbasdar bin." Turk, bilêv kir ku piştî konferansê civîna xwe ya yekemîn li dar dixin û wiha pê de çû: "Ya li ser navê kurdan tê avakirin dê komîsyon be an meclîs be em dê vê yekê bi hevalên xwe re nîqaş bikin. Em bi biryarin ku daxwazên gelê kurd ji raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê re vebêjin. Nav ji bo me girîng nîn e. Ya girîng bersivdayîna hêviyên gel in û li gorî wê siyaset meşandin e. Rêxistina ji 45 kesan pêk tê hate avakirin. Me hêj tu nav lênekirine. Em dê demek kin de navê wê diyar bikin."

Piştî agahdariyê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.