Ji bo azadiya Ocalan li Ranya 85 hezar îmze

Ji bo azadiya Ocalan li Ranya 85 hezar îmze

Di çarçoveya kampanya îmzeyan a "Azadî ji bo Ocalan" ku bi pêşengiya Tevgera Welatiyên Azad û Yeksan, Rêxrawî Jinanî Azadîxwaz a Kurdistan RJAK û Partî Çareserî Demokratîk Kurdistan PÇDK hatibû destpê kirin, li herêma Raperîn (Bitwîn) li bajarê Ranya, 58 hezar îmze hatin berhevkirin. Kampanya li bajêr bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.

Daxuyanî ji aliyê endamê Tevgera Hemwelatiya Azad û Yeksan Feqe Mihemed Musa ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin; “ di bin navê komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo, em weke Tevgera Hemwelatiya Azad û Yeksan dixwezin di vê daxuyaniya çapemeniyê de rêjeya îmzeyên ku hatine komkirin ji raya giştî re eşkere bikin. Ji devera Raperîn re hatibû diyarkirin ku bi qasî 75.000 îmze kom bike, lê heyecan û daxweza gelê kurd ya ji bo azadiya Rêber APO û hemû girtiyên siyasî, her wiha tevî germahiya ku di vê pêvajoyê de tê jiyîn, em dibînin ku rihê neteweyî her diçe bilindtir dibe. Ji ber vê li bajarê Ranya rêjeya ku jê re hatibû diyarkirin derbas kir û bi qasî 85.000 îmze niha di destê de amedeye. 

Di daxuyaniyê de her wiha bal hate kişandin ser keda ku di vê pêvajoyê de hatiye dayîn û hemû kesên ku di vê demê de rolê xwe leyîstine jî hatin spaskirin. Ji ber ne tenê gelê kurd, her wiha hemû tevgerên medenî, partî û rêxistinan, bi taybet ew serokê partî û nûrerê rêxistina jî di vê demê de erkên xwe yê netewî û menewî bi cîh anîne û di daxuyaniyê de hate gotin ku; “ careke din devera Bitwîn ya bi navê din Raperîn rojên dîrokî jiya û em dikarin vê yekê jî bi raperîneke din bi nav bikin. Ji ber ji salên 1990’î ve heyanî niha cara yekeme ku di vê radeyê de ewqas mirov û gelê kurd bi heman hest û hiziran têkoşînê bi rêve dibin. Her wiha heyanî niha me nedîtiye ku li vê deverê mirov bi xwe pelên îmzeyan dibin û bi û îmze bikin, lê berpirsyariyek neteweyî dagirtin û anîn ji me re, ji ber vê bi rastî germbûn û yekîtiyeke awerte hebû. Û em hêvî dikin ku wê ev kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêber APO bibe wesîleya azad kirina Rêberê me û emê bi hev re di kurdistaneke azad de bijîn.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku; “ ev pêvaoya îmze komkirinê derbeyeke li hember neyaran e. Ji ber gelê kurd îfadeya îradeya xwe di rêberê xwe de dibîne û gelê kurd rêber APO ye û rêber APO jî gel e.

Her wiha Smer Mihemed jî li ser navê Rêxrawî Jinanî Azadıxwezî Kurdistan RAJK di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got; “ bi wesîleya bi dawî kirina îmzeyan li devera Raperîn bajarê Ranya em her kesî spas dikin. Her wiha em dawa li hemû rayadar bi taybet kesên ku di vê kampanyayê de îmzeyên xwe bi kar anîne ku xwedî li vê pêvaoyê derkevin û ji bo Rêber APO azad bibe vê helwesta xwe berdewam bikin. Bi taybet daxweza me ew e ku hukûmeta herêmê di vê mijarê de bi rekên xwe yên neteweyî rabe. Ji ber ev daxweza gelê kurd. Em jî weke RJAK emê kampanyayên bi vê rengî berdewam bikin heyanî ku Rêberê me azad dibe.  

Daxuyaniya çepemeniyê bi duruşmên bijî Rêber APO, bijî aştî û na ji bo na şer û bi gerandina guvendê bi dawî bû.”