Ji bo azadiya Ocalan 500 hezar imze

Ji bo azadiya Ocalan 500 hezar imze

Însiyatîfa "Azadî ji bo Oacalan", li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê, diyar kirin ku tevî embargo û êrîşên li ser herêmên Kurdan jî, hijmara kesên ku tevlî kampanya imzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bûn gihîşte 500 hezarî.

Însiyatîfa "Azadî ji bo Oacalan", li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bi beşdariya piraniya endaman civîna xwe ya 2’emîn lidar xist. Di civînê de tevlîbûna girseyî ya hemû beşên pêkhateyên civakê hatin nirxandin û bal hat kişandin ser rola girîng a rêxistinên  jinan û ciwanan.

Komîteyê diyar kir ku pêvajoya Rêberê Gelê Kurd dest pê kiriye li herêmê û li nav Kurdan hêvî û xweşbîniyeke mezin peyda kiriye, ji bo rawestandina pevçûnên leşkerî û dest pê kirina pêvajoya diyalogê pêwîst e Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azad bibe.

Komîteyê şopandina çapemeniyê ya qels rexne kir, her wiha  hin welatiyên ku ji coş û dilgermiyê bi xwîna xwe imze diavêtin rexnekir û xwest ku tenê imze û careke tenê were dayîn.

Komîteyê di civîna xwe de rewşa zarokên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin jî nirxand. Komîteyê diyar kir ku zarok ji ber temenê xwe yê biçûk nikarin tevkî kampaniyayê bibin û pêşniyar kir ku zarok dikarin hestên xwe di derbarê Rêber Ocalan de bi nameyan ragihînin û nameyan radestî komîteyên herêmî bikin.

Di dawiya civînê de Komîta Însiyatîfê bang li her kesî kir ku tevlî kampaniya imzeyan bibe.